NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Çandê, piştgiriya malî ya ku ji bo bîranîna Haci Bektaş 55 salên dihat dayîn û ji sala 2002'an ve ku AKP hatiye ser desthilatê ji 4'an 3'yê hatibû kêmkirin, bi temamî birî.
Desthilata AKP'ê ku ji sala (2002) hatiye ser desthilatê heta niha piştgiriya malî ya ji bo bîranîna Haci Bektaş ji 4'an 3'yê wê kêm kiribû, piştî 17 salan piştgiriya ku 55 sal bûn dihat dayîn, bi temamî birî. Li gorî nûçeyeke Rojnameya Cûmhûriyetê, piştgiriya malî ya ji bo bîranînê ku her sal li ser serlêdanê ji aliyê Wezareta Çandê ve dihat danîn dê sala bê di bîranîna 57'emîn de neyê dayîn. Di nivîsa fermî ya ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Perwerde û Lêkolînê ya Wezareta Çandê ku ji Miduriyeta Turîzm û Çandê ya Bajar a Nevşehîrê re hatiye şandin de hatiye diyarkirin ku daxwaza ji bo piştgiriya Merasîma Haci Bektaş hatiye kirin, guncav nehatiye dîtin.
Ji 16'ê Tebaxa 1964'an roja ku Muzeya Haci Bektaş hatiye vekirin ve 5 sal in Merasîma Bîranîna Haci Bektaş bi piştgiriya Wezareta Çandê ve tên lidarxistin. Ji sala ku AKP hatiye ser desthilatê heta niha ev piştgirî ji 4'an 3'yê wê hatiye kêmkirin, lê dîsa jî dihat berdewamkirin. Li gel vê yekê jî sala borî Wezîrê Çandê Nûmat Kûrtûlmûş ku tevlî merasîma bîranînê bûbû û axaftinek kiribû, ev tişt gotibû: "Destûr bidin, em weke wezaret vê bîranînê li dar bixin da ku em hê baştir merasîmê çêbikin."
Wezîrê Turîzm û Çandê Mehmet Nûrî Ersoy ku hat şûna Kûrtûlmûş, li gel ku beriya çend mehan bi şaredarê Hacibektaşê Arîf Yoldaş Altiok û Parlamenterê Nevşehîrê Farûk Sariaslan re hevdîtenek pêk anîbû û sozê ku dê piştgiriyê bide merasîma bîranînê jî niha îmze avêtiye bin biryara ku piştgiriya ji bo bîranînê hatiye birîn.