Dayika ku 6 caran gora kurê wê hat rûxandin: Bela xwe ji miriyê me vekin

  • rojane
  • 09:04 30 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Dayika Mahmût Alinbay ê dinava 98 rojan de gora wî 6 caran hat rûxandin Salîha Alinbay, diyar kir ku ewê li dijî êrîşan li ser gora kurê xwe nobetê bigire û got: “Bela xwe ji kurê min ê di gorê de vekin.”

 
Gora Mahmût Alinbay ê HPG’î yê di 23’yê Hezîranê de li Dersimê jiyana xwe ji dest da û di 25’ê Hezîran 2019’an de li navçeya Pîran a Amedê hat definkirin, dinava 98 rojan de 6 caran hat rûxandin. Polîs, leşker û cerdevan di salên dawî de bi awayekê pir zêde êrîşî goran dikin û di rûxînin. Malbata Alinbay bertek nîşanî vê rûxandina polîs û leşkeran da. Dayika Mahmût Alinbay Salîha Alinbay, rûxadina gora kurê xwe şermezar kir û wiha got: “Ma ji miriyên me jî digirtin? Bela xwe ji kurê min vekin û wî rehet bihêlin. Ezê li dijî êrîşan li Goristana Malbatê ya Pîranê nobetê bigirim.”
 
Dayika Alinbay, anî ziman ku roja ku êrîşî gora kurê min hat kirin, hin şahidan maşineya zirxî nêzî goristinê dîtine û wiha bilêv kir: “Ez çûm Miduriyeta Ewlehî ya Pîranê. Min xwest bi rayedaran re hevdîtin bikim. Goristan nêzî qereqola navçeyê ye û 24 saetan kamerayên mobese goristinê dişopîne. Dema êrîşa destpêkê pêk hat ez neçûm ewlehiyê. Dûre 4 car din êrîşî gora min kirin. Di êrîşa 6’emîn ez çûm Midûriyeta Polîsan. Ji min re gotin ‘îro here, sibe saet 11.00’an we re.’ Te di got qey ji nexweşxanê rendewî didin. Ji min re gotin, ‘We çima li ser gorê Şehîd Pîro nivîsandiye?’ û bertek nîşan dan. Dîsan gotin, ‘em ji gorê cesed derdixin. Tu hatî hesabê şikandina kevirê gorê ji me dikî.’ Ev gotina li miduriyeta polîsan ji bo min kirin, tê wateya îtîraf kirina êrîşê.”
 
ŞAHID HENE
 
Alinbay, bibîr xist ku wê xwe ji bo agahiya mirina kurê xwe amade kiribû, lê ya herî zor rûxandina gora kurê wê bû ye û wiha bilêv kir: “Pir zora min diçe ku êrîşî gora kurê min dikin. Ji xwe min dizanî wê rojekê bi rûmet û şerefa xwe dê şehîd bikeve. Lê ji ber ku gora wî xerab dikin, ez dimirim. Ger bê xwestin ezê serî li dozger û komeleyên mafên mirovan bidim. Ez natisim. Ez li ser gora wî bi şev û roj nobetê bigirim. Ev 3 mehin ez her roj diçim ser gora kurê xwe û dema ji goristanê vedigerim, diçin êrîş dikin. Şahidan gotin, di êrîşa herî dawî de maşîneyên zirxî yên polîsan li goristanê bûn.”
 
Dayika Alinbay, dest nîşan kir ku kurê wê bi çekên kîmyesalê kuştin û wiha rêz kir: “Niha jî bela xwe ji gora kurê min naberdin. Tu eleqeya vê rewşê bi Îslamiyetê ve nîne. Ji xwe re dibêjin ‘em misilman in.’ Ger misilmanbûyan, kurê min bi çekên kîmyesalê ne dikuştin. 4 rojan cenazeyê kurê min li erdê hiştin. Cenazeyê wî nexistin morgê jî. Bi rojan dibin tavê de hiştin. Ev misilmantiyê nizanin, bila werin ji me fêr bibin.” 
 
‘KURÊ MIN REHET BERDIN’
 
Dayik Salîha Alinbay, bertek nîşanî rûxandina gora kurê xwe da û wiha bi dawî kir: “Kurê min rehet berdin. Neçin ser gora wî. Pêl gora wî nekin. Cenazeyê wî rehet berdin. Kesekê dibin axê de, ma wê çi zirarê bide we. Ma ev çi kîn, nefret û hirse?” 
 

Sernavên din

01/10/2019
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê
10:52 Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû: Pisporê xwendina lêv hat dîtin
10:51 ‘Hikumet dixwaze bi êrîşên siyasî xwe li ser pêya bigire’
10:33 Dozger piştgiriya ji bo greva birçîbûnê sûc dît
10:27 Mexdûrên KHK'ê li Enqereyê dicivin: Ev hevdîtin dikare bibe peymaneke nû ya civakê
09:54 Bi pirtûkên balkêş li pêşengehê cihê xwe girtiye
09:20 40 sal di rêya helbestê de: Helbest hebe ew jî heye
09:19 Şitlên çandine ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike
09:18 Ekolojîst Demîr: Bêhn li Bodrûmê hatiye çikandin
09:17 'Azadiya zimanê kurdî di aştiyê re derbas dibe'
09:17 Şêniyên mezrika Bêdayê ku dê di bin avê de bimîne: Em dixwazin li vira bimirin
09:16 Piştî berxwedaneke 318 rojan bi ser ketin
09:15 ‘Ez û kurê xwe bi qasî dengekî dûrî hev bûn, lê me nikaribû hev bibîne'
09:15 Berfîn ku di êrîşa kezabê de birîndar bûbû: Bi saya piştevaniya jinan bi ser ketim
09:14 Ciwanê pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji bo proteza xwe li benda alîkariyê ye
09:13 Rojnameger Ozugurlu Konferansa CHP’ê ya Sûriye nirxand: Heta alî beşdar nebin encam nagire
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2019'AN
30/09/2019
22:42 Temellî: Soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e
22:18 Piştî 4 mehan cenazeyên wan dan malbatên wan
18:44 Di Doza Nisêbînê de li 5 zarokan 175 sal ceza hat birîn
17:00 Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBÎS'ê red kir
16:21 Li Enqereyê otobus li rawestgehê qelibî: 3 kes mirin
16:07 Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Solmaz hat binçavkirin
15:45 Komîna Fîlman a Rojava di 13'ê mijdarê de mîhrîcana navneteweyî li dar dixin
15:18 ‘Em ê ji kevneşopiya berxwedana Kurdan gav paşve ne avêjin’
15:08 Kurtulan: Pakêta darazê xizmeta edaletê nake
14:10 Serokê DTSO’yê Kaya: Xwîner mîna biçin mitîngê diherikin pêşengeha pirtûkan
14:06 ‘Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin’
13:51 Hem nehiştin biçe merasima cenaze, hem jî 4. 820.00 TL heqê rê ji hesabê wî birîn
13:32 Farîsogûllari: Bi vê konseptê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin
13:16 Diba Keskin bi Erdîşiyan re civiya
13:10 Rêveberê HDP'ê di derketina partiyê de hat binçavkirin
12:58 Li Mêrdînê serdegirtina malekê: Kesek jiyana xwe ji dest da 8 kes hatin binçavkirin
12:56 Li Amedê Rêveberê HDP'ê jî di nav de 2 kes hatin girtin
12:28 Daxwaza girtina bersûcên doza JÎTEM’a Kerboranê hat redkirin
12:25 Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû
12:24 Kolektîfa Filma a Avakino tê avakirin
12:23 Bavê Alan Kurdî: Ez li Tirkiye rastî muameleya heywanan dihatim
11:08 Welatiyên Sîlîvrî yên li navenda erdhejê bi fikar in
10:50 Bariş: Zarokên li sêwîxaneya Nevşehîrê hatin dîtin bila bidin malbata wan
10:29 Piştgiriya malî ya ji bo bîranîna Haci Bektaş bi temamî birîn
10:22 Kesên di ‘Nobeta Demokrasiyê’ de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:07 Dayik: Çar meh in xew nakeve çavê me
09:50 Li malê gule li serê wê reşandî hat dîtin
09:05 Dosyeya Kazanhan li AYM’ê ye: Hat xwest ku lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin
09:04 Dayika ku 6 caran gora kurê wê hat rûxandin: Bela xwe ji miriyê me vekin
09:03 ‘Tecrît kaosê kûrtir dike’
09:03 Çinîna birinca Qedejdaxê dest pê kir
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2019'AN
29/09/2019
19:37 Li Esenyûrtê mudaxileya polîsan: Bulbul ê HDP'î rakirin nexweşxanê
18:37 Jinek hat qetilkirin, 2 jin rastî êrîşê hatin
18:14 Otobusa rêwiyan qelibî: 26 kes birîndar bûn
18:07 Hevdîtinên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewam dike
17:04 HDP bi jinên Îzmirê re civîya
16:39 Tabûrek esker tev li şerê li Qesra Qenco bûn
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 42’an de berdewam kir
15:08 Çelîk: Karker naxwazin bibin endamên sendîkayan
14:59 Tevgera Azadî civina 9 partiyên siyasî rexne kir
14:57 Bi fermana Wezîr Soylu şîn li hewşa malê jî xedexe kirin
14:31 'Deriyê kawîşan bi destûra wezîr tê vekirin'
14:17 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 42’emîn de berdewam kir
13:27 Rêveberiya HDK'ê ya Edeneyê plana çalakiyê ya Krîza Aborî aşkere kir
13:07 Holmes: Konferansa Sûriye ya Beyî Kurd serkeftinê nîne
12:12 Ji ber silav da girtî û bi destê wî girt salek ceza lê birîn
11:03 Yekem nîzamnameya cemiyeta Jinên Kurd kirin pirtûk
10:39 Hevserokên HDP'ê yê Dersimê binçav kirin
09:27 Malbata Demîr piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe defin kirin
09:26 Rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan
09:11 Cenazeyên 4 HPG’iyan 4 mehe nadin malbatên wan
09:10 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li benda xwendekara ye
09:08 Girtiyan nameyek şand: 2 sal in 9 girtî di hucreyê de ne
09:07 Budçeya şaredariyê ji bo gofret, durum, kek, simîd, loqum... xerc kiriye
09:06 Mehê tenê 50 lîreyî didin penaberan, ew pere jî li BÎM'ê tê xerckirin
09:04 Ji Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta niha: Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje
09:03 ‘AKP, di ser dijminatiya bi kurdan re li ser piya disekine'
09:02 Xwendekar di rêya bêpeyarê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin
09:01 Çepnî: Marmara diperpite
09:00 Nûnerên partiyên siyasî: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a alternatîf heye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN
28/09/2019
15:51 Walîtiya Rihayê meşa jinan a li dijî ‘Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan’ qedexe kir
15:42 ‘Kurd ji bo ala demokrasiyê ba bibe têdikoşin’
15:28 Li Stenbolê 5 kes hatin berdan
15:26 ‘Cuma Tek ê ji sedî 70 astengdare berdin’
15:09 Aqûbeta Morsumbul pirsîn: Dayika Fatma tune ye, lê ezê li Huseyîn bigerim
14:59 'Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş demildest bê berdan'
14:56 Rêveberiya HDK'ê ya Enqereyê li dijî krîzê plana çalakiye aşkere kir
14:53 Xizmên windayan: Dosyeya Ceylan Onkol bêceza hat hiştin
14:50 Endamên Konseya TTB'ê: Em li dijî krîmînalîzekirina Dîken in
14:26 HDP’ê li Seyhan û Erxeniyê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:08 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
14:01 Nobeta Demokrasiyê: Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin
13:47 9 partiyên Kurdan ji bo hilbijartina meclîsên Kerkûk, Nînova û Diyale li hev kirin
13:42 Nobeta Demokrasiyê di roja 41'emîn de ye: Wê AKP jî biqede
12:58 Konferansa CHP’ê ya Sûriye bêyî Kurd beşdar bibin dest pê kir
12:49 Meclîsa Jinan: Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin
11:04 Li Enqereyê sîxuriyê li 2 ciwanan ferz kirin
10:18 Li Dersimê vexwarinek kevneşopiyê: Şerbeta tirî
10:10 97 roj in bi daxwaza darizandina adîl di greva birçîbûnê de ye
10:02 Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e