ÎZMÎR - Parlementera HDP’ê ya Riha Ayşe Surucu bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Her ku tecrîd kûr dibe, kaos jî kûrtir dibe. Divê bi lezgînî dest ji polîtîkayên şer û bêhiqûqî bê berdan.”
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûm tayînkirina Şaredariyên Başarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir, li Îzmîr û Stenbolê dewam dike. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, bal kişand ser polîtîkayên ne çareserkirina pirsgirêka Kurd û da zanîn her ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûr dibe, kaos jî kûrtir dibe.
‘OCALAN KILÎTA AŞTIYÊ YE’
Surucu, diyar kir ku sedama pêkanînên dij demokratîk û kaosa heyî tecrîta li ser Ocalan e û wiha got: “Desthilatdariyê bi qeyûm û xespê bersîv da banga aştiyê ya Ocalan. Heya ku tecrîda li Îmraliyê dewam bike, wê kaos û xitimandina li Tirkiyeyê dewam bike. Ji bo ku ji vê xitimandinê bê derxistin, berî her tiştî divê şert û mercên tecrîd ji holê rabin. Li Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Ocalan kilîta aştiyê ye. Pêdiviya gelan bi aştiyê heye. Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin. Divê dewlet û hikumet dest ji pêkanînên xwe yên tekparêz û şikandina rûmeta mirovan berdin. Bi tayînkirina qeyûm, bi qetilkirina jinan û desteserkirina keda karkeran ev pirsgirêk çareser nabe.”
‘PÊŞIYA SIYASETÊ DIGIRIN’
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî, diyar kir ku hikumeta AKP’ê, piştî bi dawîanîna pêvajoya aştiyê, Ocalan tecrîd kir û wiha axivî: “Bi tecrîda daîmî, pêşiya siyasetta demokratîk a li Tirkiyeyê jî girtin. AKP’a ku zanî nikare pêvajoya çareseriyê bi ser bixe, dest bi polîtîkayên şer kirin. Êdî rewş wisan bû hemû qadên civakê tecrîd kirin. Ji ber vê tim siyaseta demokrastîk krîmînalîze kirin.”