* Parlementera HDP’ê ya Riha Ayşe Surucu bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Her ku tecrîd kûr dibe, kaos jî kûrtir dibe. Divê bi lezgînî dest ji polîtîkayên şer û bêhiqûqî bê berdan.”
* Dayika Mahmût Alinbay ê dinava 98 rojan de gora wî 6 caran hat rûxandin Salîha Alinbay, diyar kir ku ewê li dijî êrîşan li ser gora kurê xwe nobetê bigire û got: “Bela xwe ji kurê min ê di gorê de vekin.”
* Piştî ku Dadgeha Bilind serlêdana biryarê ya beraet û cezayê girtîgehê yê li polîsên bersûcên zarokê 12 salî Nihat Kazanhan ê li Cizîrê kuştin hat birîn qebûl nekir, parêzeran serî li AYM’ê dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin û hat xwestin ku lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.
* Çinîna birincê Karacadagê ku bi taybetmendiya xwe ya têrker û bitam tê zanîn, dest pê kir.
* Rêxistina HDP'ê wê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên li Amed, Wan û Mêrdînê di roja 43'yan de dewam bike. (11.00)
* Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, wê têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* 7'emîn Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP'ê wê li Amedê berdewam bike. (11.00)
* Nobeta Demokrasiyê ya di pêşengiya HDP'ê de Wê li Îzmîr û Stenbolê di roja 6'an de berdewam bike. (11.00-17.00)
* 16'emîn Danişîna doza Kerboranê ya JÎTEM'ê wê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê berdewam bike. (12.00)
* Baroya Îzmirê ji bo Mustafa Koçak ê li dijî neheqiyê 90 rojin di greva birçîbûnê de ye wê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş wê li 44'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. (14.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, wê têkildarî tayînkirina qeyûm, Reforma Darazê, Îtîfaqa Demokratîk û Makeqanûna demokratîk bi rêxistinên demokratîk re li Navçeya Kagithane ya Stenbolê bicive. (19.30)