STENBOL – Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê re 23 sal derbas bûn. Hîn jî kiryarên êrîşê dernektine holê û niha bi OHAL û KHK’yan deriyê rojnameyên peyrewên Ozgur Ulkeyê tên mohrkirin.
Piştî rojnameya Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Welat û dîsa Ozgur Gundem hatin girtin, çapemeniya azad di 28’ê Nîsana 1994’an de rojnameyeke bi navê Ozgur Ulkeyê derxist. Piştî Ozgur Ulke dest bi weşana xwe kir 239 roj şûnde di 3’yê Kanûna 1994’an de hat bombekirin û bi vî awayî hat xwestin ku bê girtin.
NE ÊRÎŞKAR KESÊN BIRÎNDAR BÛN HATIN BINÇAVKIRIN
Di şeva 3’yê Kanûna 1994’an de li Kadirgaya Stenbolê avahiya teknîkê ya rojnameyê û buroya navendî ya li Cagoglûyê û buroya wê ya Enqereyê bi awayekî hevwext hatin bombekirin. Di êrîşê de peywirdarê gihandinê yê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û gelek xebatkar jî birîndar bûn. Der barê kiryarên bûyerê de tu tişt nehatin kirin, lê belê kesên di bûyerê de birîndar bûn li nexweşxaneyê di dema tedawiyê de hatin binçavkirin. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê hat destpêkirin de, heta niha tu encam xwe nedaye der.
‘WÊ EV AGIR WE JÎ BIŞEWITÎNE’
Piştî bombebarankirinê Rojnameya Ozgur Ulkeyê serê sibehê li bayiyan bû û bi manşeta “Bu ateş sîzî de yakar” (Wê ev agir we jî bişewitîne) bersiv da kesên fermana êrîşê dan.
Piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê, gelek derdoran destek da rojnameyê. Hin rewşenbîran bi nivîsên xwe yên di Ozgur Ulkeyê de nivîsandin bertek nîşanî vê yeke dan û Orhan Pamûk, Mûrathan Mûngan, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn û Lale Mansûr jî di nav de komek nivîskar daketin kuçeyan û hejmara bi manşeta “Ulke’ne Sahip Çik” (Xwedî li Welatê Xwe Derkeve) belav kirin.
Berî rojname bê bombekirin, 3 roj berê civîna MGK’ê çê bûbû û biryara bombekirinê di civînê de hatibû wergirtin. Di civînê de Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi vî awayî hedef hatibû girtin; “Divê weşanên terorê bên bêdengkirin.” Belgeya “lîsteyên mirinê” û “yên bên berterafkirin” ku bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê 15 roj şûnde hat weşandin. Di belgeyan de raste rast navê Ozgur Ulkeyê hebû û dihat diyarkirin ku divê dawî li fealiyetên weşanên rêxistinê bên. Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûn di daxuyaniya xwe de fermana “berteraf bikin” wek fermaneke xwezayî dîtibû û ji bo bombebarankirina rojnameyê jî ev tişt gotibûn: “Em wisa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê têxin rewşeke zehmet xwe bi xwe bombekirine.”
JI 247 HEJMARAN DER BARÊ 220 HEJMARÎ DE BIRYARA BERHEVKIRINÊ HAT DAYÎN
Di daxuyaniyên hatin dayîn de bombekirin wek tiştekî rewa hat nişandan û vê carê di 2’yê Sibata 1995’an de biryara girtina rojnameyê hat dayîn. Ji roja ku dest bi weşana xwe kir heta hejmara dawî rojname tim bi sansurê re rû bi rû dima û ji 247 hejmaran der barê 220’î jê biryara komkirinê hat dayîn.
ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ MOHRKIRÎ YE
Piştî girtina Ozgur Ulkeyê çapemeniya azad 34 rojname derxistin û ji van hin jê rojekê şûnde hatin girtin hin jê piştî çend hefteyan. Herî dawî Rojnameya Ozgur Gundemê di 16’ê Tebaxa 2016’an de avêtina ser rojnameyê û gerînendeyê karê nivîsan, gerînendeyê weşana giştî û endamên desteya şêwirê yên rojnameyê hatin binçavkirin.
Endama Desteya Şêwira Weşanê û nivîskar Asli Erdogan, zimnazan-nivîskar Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşana Giştî Bilir Kaya piştî 4 meh û nîvan girtî man hatin tahliyekirin. Her wiha Gerînendeyê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya jî piştî 440 rojên girtîgehê û Xwediyê Şmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili jî piştî 301 rojên girtîgehê hatin tehliyekirin.
Rojname di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin û deriyê wê hat mohrkirin.
Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, anî ziman ku pêvajoya ji Ozgur Ulkeyê heta girtina Ozgur Gundemê, ji bo çapemeniya muxalif nasnameya dîroka nêzîk a Tirkiyeyê ye. Kizilkaya dest nîşan kir ku tiştên hatin serê Ozgur Ulkeyê sekn û helwesta wê nîşan dide û ev tişt gotin: “Ev deng hîn jî olan dide. Berdewamiya wî dengî Ozgur Gundem jî di 16’ê Tebaxa 2016’an de hat girtin. Îcreatên KHK û OHAL’ê bûn. Wê ev deng tu carî bêdeng nebe. Ev deng hêza xwe ji heqîqetê, ji jinê, ji ciwaan, ji berxwedanên fabrîkayan, ji rastiya hemû bindestan werdigire. Nasnameyeke ku tu carî bîad nake bi xwe ye. Di kunyeya wê de jî heqîqet û berxwedan dinivîse.”
MA/Yasin Kobulan