MÊRDÎN – Di êvara 27'ê Îlonê de li nêzî Gundê Qesra Qenco yê navbera Qoser û Derikê de şer derket û heta duh nîvro berdewam ki. Hat zanîn ku tabûrek esker tev li şer bûye û endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest daye.
Di êvara 27'ê Îlonê saet di 17.00'an de li nêzî Gundê Qesra Qenco yê navbera Dêrik û Qoserê de li nava zeviyên çandiniyê şer derket. Şer heta duh nîvro berdewam kir. Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyar kirin ku endamekî HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Walîtiya Mêrdînê jî daxuyanî da û diyar kir ku 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li herêmê welatî Eşref Çagur bi lêdanê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku li qada çandiniyê ku ji 20 kilometreyan pek tê tabûrek esker tev li şer bûye. Li qada pevçûnê heta serê sibê dengê çekan qut nebû û tabûrek esker şandin qada şer. Welatiyan anîn ziman ku li cihê şer bi sedan dûvikê guleyan û perçeyên şerepnalan hebûn û piştî tîmên tevgera taybet ji cihê şer qetiyan dûvikên guleyên xwe û perçeyên şerepnalan jî kom kirin û bi xwe re birine.
Di dîmenên hatin bi destxistin de jî nîşan dide ku şerekî pir dijwar qewimiye. Du traktorên li cihê şer ji ber şopa guleyan êdî naxebite. Gelek maşîneyên kar jî bûye hedefa guleyan. Karkerên avdaniyê destnîşan kirin ku bi sedan gule li şaniyê di nava şer de maye ketine. Karkeran anîn ziman ku banî û dîwarên xaniyê di nava şer de maye bi tevahî hilweşiya ye û deriyê xanî ji şopa guleyan kun kunî bûye. Karkeran destnîşan kirin ku di xanî de bombe jî hatine teqandin û hemû alavên hundirê xanî perçe perçe bune. Dîsa karkeran anîn ziman ku li hundirê xanî şopa xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye dîtin.