DÎLOK - Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê, di encama lêkolînkirina zemînî de bi hinceta avahiyên 3 qatî “rîskê didin der” Taxa Aydinlarê xist çarçoveya veguherandina bajêr. Li belê niha li taxê bi destê fîrmayên nêzî îktîdarê 700 avahyên pirqatî tên çêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê, demek berê der barê Taxa Aydinlar a navçeya navendî Şehîtkamîl a Dîlokê de biryara Projeya Veguherandina Bajêr da. Lê belê şêniyên taxê ji vê biryarê nerazî ne. Şaredariya Bajarê Mezin, di encama lêkolînkirina zemînî de bi hinceta avahiyên 3 qatî “rîskê didin der” der barê taxê de biryara veguherandina bajêr da. Di çarçoveya biryarê de, ji bo avahiyan buhayekî ku di biniya nirxa avahiyan de ye tê dayîn. Piştî avahiyên berê ji xwediyê milkan hatin stendin hatin xerakirin û li şûna wan çêkirina yên nû dest pê kir. Li taxa navborî ku di lêkolînê de kifş bûbû zemîna wê xerab e, niha avahiyên pirqatî tên çêkirin.
Şîrketên Projeya Veguherandina Bajêr bi rê ve dibin jî fîrmayên bi navê Sanko, Şîrecî û Alîaga ne ku ev nêzî îktîdarê ne.
Şêniyên taxê diyar dikin buhayê ku ji bo avahiyên wan hatine diyarkirin pir hindik e û bertek nîşan dan. Keyayê Taxê Salih Bîrîşîk diyar kir ku şaredarî henekê xwe bi şêniyên taxê dike û ev tişt gotin: “Konek jî bi vî pereyî nayê. Madem zemînê vir ne saxlem e, tu çawa li serê wê avahiyan çê dikî?”
ŞAREDARÎ 87 HEZAR LÎREYÎ DIDE MALA KU BI 200 HEZAR LÎREYÎ YE!
Bîrîşîk, diyar kir ku heke pêdivî bi veguherandina bajêr hebe, şêniyên taxê razî ne ku li herêmeke din bi cih bibin, lê belê şaredarî bi bi xercaneyeke wek a rojane bi darê zorê gel ji malên wan derdixîne û mirovan mexdûr dike. Bîrîşîk wiha domand: “Carekê cihekî ku 30 kîlometre dûrî bajêr e pêşniyaz kirin. Ji dêvla ku mirov biçin cihekî 30 kîlometre dûr, wê biçin bajarên xwe. Bi vî pereyê ku ji bo malên me didin konek jî nayê. Ji bo mala min a 2 qatî 87 lîra diyar kirin. Heke ez niha bi xwe mala xwe bifiroşim, di biniya 200 hezar lîreyî de nafiroşim. Tu li tu devera Dîlokê nikarî bi 87 hezar lîreyî malê bikirî.”
PÊŞKEŞÎ DEWLEMENDAN DIKIN
Bîrîşîk, diyar kir ku şêniyên taxê ji taxa xwe û malên xwe razî ne û naxwazin ji malên xwe derkevin. Bîrîşîk got ku li gor projeya şaredariyê wê mal bên rûxandin û li ser heman zemînî 700 avahî bên çêkirin. Bîrîşîk ev tişt gotin: “Ji me re dibêjin avahiyên 3 qatî birîsk in. Tu dibêjî 3 qat birîsk in, lê tu yê avahiyên 10 qatî çê bikî. Tu yê vê çawa çê bikî. Feqîran mexdûr dikin, dewlemendan jî dewlementir dikin.”
Zeynep Ekîncî jî ku 22 sal in li heman taxê rûdinê, anî ziman ku ji dêvla gel mexdûr dike divê şaredarî xizmeta gel bike. Ekîncî diyar kir ku bi pereyê ku ji bo mala wê hatiye pêşniyazkirin li tu deverî mal pê nayê. Ekîncî wiha got: “Mala min duqatî ye. Pêşî ji bo mala min gotin 59 hezar. Aciz bûm û çûm şaredariyê. Min ji rayedarên li wir re got, bi vî pereyî li Dîlokê lawaboyek jî nayê. 15 roj şûnde dîsa hatin û gotin ew ê 74 hezar lîreyî bidin. Piştî min bertek nîşan da buhayê mala min zêde bû. Ji bo çi heqê malên me. Ji bo mala min 200 hezar lîreyî jî bidin, ez ê nefiroşim. Çimkî ji taxa xwe û mala xwe zaf memnûn im. Şaredariya Bajarê Mezin dewlemendan dewlemendtir dike. Ji feqîran re jî dibêje ‘hûn çi dikin bikin.’”