AMED - Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr nedan malbata Endamê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ê şevê din li Goristana Bismilê defin kirin, li hewşa mala xwe şînê dînin.
Endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku piştî 49 rojan radestî malbata wî hat kirin, şevê din şev nivî şevê defin kirin. Polîsan destur neda ku malbat di hewşa malê de şînê kurê xwe danin. Malbatê diyar kirin ku polîs hatine mala wan û ji wan re gotine “Em hatine biryara Wezîrê Karên Hundir bi we re parve bikin. Em teqez destûr nadin şîna cenazeyên terorîstan bê danîn. Qedexe ye. An hûnê van kursiyan ji vir rakin; an jî em ê bi ava şid û bombeyên gazan mudahale bikin."
'BILA HDP'Î BEŞDARÎ ŞÎNÊ NEBIN'
Dema polîs çûn cihê şînê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li wir bûne û polîsan ji wan re gotiye "Ji xwe hûn ev saeteke li vir in, ji nava şînê derkevin." Pişt re di nava polîs û HDP'iyan niqaş derketin. Malbatên rastî gefên polisan hatin ji neçarî şîn ji hewşa malê veguhestin hundirê malê.
Endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz), di 2014’an de tevlî PKK’ê bû û di 11’ê Tebaxa 2019'an de li Gevera Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî 49 rojan di 28'ê Îlonê de cenaze ji morga Nexweşxaneya Colemêrgê girtin û şevê din li Bismila Amedê defin kirin.