DÎLOK – Li navçeya Şahînbeyê, şêniyên Taxa Vatanê diyarkirin ku piştî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin girtin, tax veguheriye navenda firoşkarên tiryakê. Her wiha şêniyan îdia kir ku polis û firoşkar tevkar in û ji bo firoşkaran xwe li nedîtiyê datînin.
Taxa Vatanê ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê ku herî zêde kurd lê dijîn, veguheriye navenda firoşkarên tiryakê. Hat diyarkirin ku firoşkarên li nêv kuçeyan li benda kirîgeran e, li ber çavan, bi awayekî aşkere ciwanan jehrî dikin.
Ji esnafên taxê Şevket Tûncer, anî ziman ku di demên dawî de firotina tiryakê zêde bûye û hema bêje êdî li taxê her kes tiryakê difiroşe. Tûncer, got ku êdî ne li ser piyan li dikanan jî tê firotin û tax veguheriye navenda firotina tiryakê ya bajêr. Tûncer wiha behsa çîroka jineke ciwan a ku ew wê nas dike kir: “Temenê wê 20 sal û tiştekî bû, hat dikana min. Dildarê wê ew hînî tiryakê kiriye. Ji ber pereyê wê jî tune ye nikare peyda bike. Sirf ji bo pereyan peyda bike û pê tiryakê bikire, serî li riyên bêexlaq dide, min bi çavên xwe dîtin. Niha ew keç li otogarê radibe û radizê. Zaf li ber wê ketim. Mirov ji bo tiyarkê dibêjin ‘ji xwe ji carekê tiştek dernayê’ û dest pê dikin. Paşê jiyana wan tarûmar dibe.”
‘PIŞTÎ CIWANÊN HDP’Î HATIN GIRTIN, FIROŞKARÊN TIRYAKÊ KETIN TAXÊ’
Şêniyê taxê Mehmet Dûrsûn jî, diyar kir ku li ber çavên her kesî ciwanên taxê tên jehrîkirin û bi hebên 3-4 qurişî jiyana ciwanan tê tarûmarkirin. Dûrsûn, diyar kir ku her diçe firotina tiryakê zêdetir dibe, polîs vê yekê dibînin lê belê mudaxile nakin. Dûrsûn, got ku wek ku tiştekî dikin polis li taxê dewriye digerin û ev tişt gotin: Polîs firoşkaran dibînin, bi wan dizanin lê bi tu awayî mudaxileyî wan nakin. Gelek hevalên min ên zarokatiyê ji ber tiryakê ketin riyên xerab. Xwişk û birayên min ên biçûk hene, ji bo wan fikarên min hene. Dema ciwanên HDP’î çalak bûn, qet firotina tiryakê tune bû. Lê piştî ciwanên HDP’î hatin girtin û belavkirin firoşkarên tiryakê ketin taxê.”
‘BANDORA MECLÎSA CIWANAN A HDP’Ê JI YA POLÎSAN BÊTIR BÛ’
Şêniyê taxê Ferîdûn Karadag jî, derpêş kir ku têkiliya firoşkarên tiryakê bi polîsan re heye û ji bo firoşkaran polîs xwe li nedîtiyê datînin. Karadag dest nîşan kir ku ji ber tiryakê gelek ciwan jiyana xwe ji dest dane û ev tişt gotin: “Ji ber firoşkarên tiryakê gelek ciwan mirin. Polîs ji bo çavgirêdanê çend kesan binçav dikin û piştî du sê rojan wan berdidin. Dema li ser wî/ê made hebe jî dibêje ‘tenê ez vedixwum’ û polis jî wê/î berdide. Bi taybetî li taxên kurdan ên Dîlokê ev tişt diqewimin. Li taxên din tiştekî wisa tune ye. Ji ber firotina tiryakê, li taxê gelek caran firoşkar pev çûn. Dema ciwanên HDP’î hebûn, qethiyen tiştekî wisa tune bû. Ciwanên HDP’î destûr nedidan û mudaxile dikirin. Bandora ciwanên HDP’ê ji ya polîsan bêtir bû.”