WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 42’emîn de berdewam kir. Di nobetê de li ser navê Meclîsa Dayîkên Aşitê ya Geverê Naciye Îke axivî û got;” Hikûmetê şaredarî bi xêra xwe nedane me. Me bi ked û vîna gel bi dest xistine.”
Nobeta Demokrasiyê ya di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Wanê berdewam dike 42 roj li pey xwe hişt. Girse li pêş Avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn û çalakiya nobetê li dar xistin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Geverê,Parlementerên HDP’ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç,Mensur Işik rêxistinên HDP’ê yên bajar û nveçeyan tevlî nobetê bûn. Di çalakiya ku pankarta’Ne rêvebirina qeyûm,vîna gel’ hate vekirin de hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede daxuyanî da. Dede anî ziman ku ew ê li dijî bêhiquqiyê heta dawiyê li berxwe bidin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li gel wan tebikoşin û wiha got: "Tayinkirina qeyûman ne mijareke ji rêzê ye. Hikûmet bi van polîtîkayan welat ber bi têkçûyinê ve biriye: Tayînkirina qeyûman ne mijareke ji rêzê ye. Tifaqa AKP û MHP’ê di van 5 salên dawî de bi taybetî jî li ser Gelê Kurd polîtîkayên antîdemokratîk dide meşandin. Berxwedana me daye destpêkirin li dijî bêhiquqiyê, bêexleqiyê û li dijî antîdemokrasiyê hatiye destpêkirin. Bi polîtîkayên xwe Tirkiyeyê ber bi aloziyeke kur ve dibin. Di warê aboriyê de, tendûristiyê de û perwerdehiyê de Tirkiye têk diçe. Di runiştina NY’de Serokwezîr wêneyê Alan Kurdî parve kir û got ‘Wîjdanê we tune ye’. Lê Gava ku em wêneyên Roboskiyê parve dikîn me terorîst îlan dikin.”
‘WERIN EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Dede, hişmendiya qedexeyan jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Li Elîhê hûnermendê bi navê Dodan xwest ku straneke kurdî bibêje lê mixabin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li dijî zimanê kurdî bêtehemulî heye. Kî dixwaze bi kîjan zimanî siyaset bike divê bike û an ji klam guhdar bike divê guhdar bike. Lê mixabin li ser vê erdnîgariyê kurdî hîna jî qedexe ye. Em li vir bang li hemû hêzên demokrasiyê dikîn ku werin ji têkoşîna me re bibin piştgir û werin em bi hev re li dijî vê hişmendiyê dengê xwe bilind bikîn.”
'BERXWEDANA ME WÊ BI SER BIKEVE'
Li ser navê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Geverê Naciye Îke jî axivî û wiha got: "Wê berxwedana me encameke serkeftî bigire. Ez li ser navê Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Geverê berxwedana we slav û pîroz dikim. Ji bo ku em ji berxwedana we re bibîn deng em li vir în. Em li vir bang li mirovên bi rûmet û şeref dikîn û dibêjin werin destê xwe dirêjî têkoşîna me bikin. Bi tayinkirina qeyûman heqeret li vîna me kirin. Me bi ked û vîna xwe ew şaredarî standin. Hikûmetê bixêra xwe nedan. Serokwezîr got ‘Şaredarî tenê bi dengekî jî bên bidestxistin’ êm ê bidîn. Me bi mîlyonan deng girtin lê dîsa ji vîna me xesp kirin. Em mirovên vê axê ne wê heta kengî ev zilma li ser me bidome? Bila herkes bizanibe ku şaredarî yên me ne û Serkeftin ya me ye.”
Girsê piştî axaftinan çalakiya nûniştinê li dar xist û piştre bi dirûşmeyan belav bûn.