AMED - Cenazeyê endamê HGP’ê Cebraîl Karçi ku di 23’ê mijdarê de li navçeya Çinarê di serdegirtina malê de hat kuştin, li gel nasnameya wî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat aşkerekirin jî cenazeya wî radestî malbata wî nayê kirin.
Li gundê Hucetî ya navçeya Çinar a Amedê di 23’ê mijdarê leşkeran bi ser malekê de girt û di encama gule barandina leşkeran de endamê HPG’ê Cebraîl Karçi jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat îdiakirin ku Karçi ji aliyê leşkeran ve hatiye înfazkirin. Piştî kuştina Karçi di encama serdegirtina malê de Mehmet Ozdemîr, Hacîre Ozdemîr û Talat Ozdemîr jî hatibûn binçavkirin.
CENAZE AŞKERE KIRIN LÊ CENAZE NAYÊ RADESTKIRIN
Walitiya Amedê der barê mijarê de daxuyanî da û nasnameya Karçi aşkere kiribû. Malbata Karçi jî ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê hêj cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Hat zanîn ku serdozgerî li benda encamên DNA’yê ye. Her wiha hat hînbûn cenazeyê Karçi li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê rawestandin.
QEYMEQAMIYÊ MALA ŞÎNÊ GIRT
Malbata Karçi ku xwest li gundê Tawsî ya Şemrex a Mêrdînê serdanên sersaxiyê qebûl bike, lê Qeymaqamiya Şemrexê mala şînê ku ji aliyê gundiyan ve hat avakirin girt. Li aliyê din malbata Karçi ji bo kolandina gorê ya li gund makîneyên kar xwest lê ev daxwaza wan jî hat redkirin. Malbat bi derfetên xwe yên heyî gora kurê xwe kolan û li benda radestkirina cenaze ne.
Mehmet Ozdemîr, Hacîre Ozdemîr û Talat Ozdemîr ku têkildarî bûyerê hatin binçavkirin jî li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.