DERSÎM – Polîsan serê sibê bi ser mala endam û rêveberên HDP’ê yên Dersîmê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên HDP'ê de Hevserokên HDP'ê yê Dersîmê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak binçav kirin.
Polîsan serê sibê li Dersîmê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de li malan lêgerîn kirin û Hevserokên HDP'ê yên Dersîmê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak, rêveberê HDP'ê Yunus Aras, Cemîle Ataş, Hevseroka HDP'ê ya Berê Ozge Hoşoglu binçav kirin. Bi ser mala endamê Meclîsa HDP'ê Ferhat Yildiz de jî girtin û hat zanîn ku der barê wî de jî biryara girtinê heye.
Sedema serdegirtina malên HDPiyan û binçavkirina wan nehat zanîn. HDP'î birin Midûriyeta Polîsan a Dersîmê.