NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Trabzonê rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan.
Li Girtîgeha Girtî ya Trabzonê rojnameya Yenî Yaşam û Evrensel û radyoyê nadin girtiyan. Girtiyan diyar kirin ku di aliyê ragihandin û agahdariyê de mafê wan tê binpêkirin û nikarin agahiyan ji derve bistînin. Girtiyên Girtîgeha Trabzonê bi rêya nameyê ragihandin ku mafê wan ê rojnameyan û radyo tê binpêkirin û rojnameyên ku ew dixwazin nadin wan. Dîsa radyoyan nadin wan. Girtiyan diyar kirin ku kanalên ku ew dixwazin bi wan nadin temaşekirin û tenê li gorî xwe kanalan bi wan didin temaşekirin.
LI GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ JÎ ROJNAMEYÊ NADIN GIRTIYAN
Li Girtîlgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku nû hatiye avakirin jî rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Jinan bi rêya nameyê diyar kirin ku piştî ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî girtîgeha nû ya Jinan hatin kirin şert û mercê wan girantir bûye û rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan.