* Cenazeyên 4 HPG’yiyên ku di pevçûna 3’yê Hezîranê de li çoltera Licê jiyana xwe ji dest da 4 mehe nadin malbatan. Cenazeyên duh ji Stenbolê anîn morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargîl a Amedê 24 saetin tên rawestandin.
* Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê, diyar kirin ku qanûneke bingehîn a nû divê hemû derdorên civakê bihebîne, xwedî taybetmendiiyeke azadîxwaz û wekhev be û ji bo amadekarina qanûneke bingehîn bang li gelan kirin.
* Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser texrîbatên aborî yên li Herêma Marmarayê çê bûn û got: "Marmara diperpite. Lê ev ne di xema îktîdarê de ne."
* Li Êlihê, piştî xebatên ji bo firehkirina rê yên li Bûlwara Demokrasiyê, ji ber nesererastkirina peyarêyan xwendekar bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
* Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, bûyerên lînçkirina kurdan zêde dibin. Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, anî ziman ku sedema vê yekê zimanê cihakariyî û şidetî yê Erdogan û îktîdarê ye û got: "Hikûmeta AKP'ê di ser dijminatiya xwe ya bi kurdan re li ser piya disekine."
* Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje" dest bi Mihrîcana Şanoyê ya 2'yan a Mencelê dike. Wê mihrîcan di 10'ê Cotmehê de dest pê bike. Ev mihrîcanê diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin ku 100 sal berê texsta ewil a şanoya kurdî nivîsandiye. Şanoger Pelînaz Delazy, got: "Me replîk li replîkên Evdirrehîm Rehmî Hekarî zêde kirin û me xwe gihand roja îroyîn."
* Penaberên ku Tirkiye bi Ewropayê re bazariya wan dike, tenê 1.73 ji sedî li kampan dimînin. Li Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeyliyê 25 hezar penaber dimînin û mehê serê penaberekî tenê 50 lîre tê dayîn. Penaber bi vî perî tenê dikarin li marketa kampê BÎM'ê alvêrê bikin.
* Qeymeqam û Qeyûm Atif Çîçeklî ku tayînî Şaredariya Artemêtanê hatibû kirin û 2 sal û nîvan şaredarî bi rê ve bir, ji ber pereyên ji bo loqum, gofret, simîdên qendîlê, kek, durum, ava fêkiyan hatin xerckirin pir zêde bûye, kiriye 3-4 par. Her wiha piraniya budçeya şaredariyê jî ji bo hin saziyan hatiye xerckirin.
* Li Girtîgeha Trabzonê rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan.
* Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yeko yeko rêz kirin. Girtiyan, ragihand ku zêdetirî 2 sal in 9 hevalên wan tên tecrîdkirin.
* Li Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo kurdî dest pê kirin. Bahattîn Robar ku di nav xebatên komeleyê de cih digire, bilêv kir ku ji bo pêşxistina ziman ew li benda piştgiriyê ne û dixwazin her kes tev li kursên wan bibe.
* 7'emîn Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP'ê li Amedê didome. (11.00)
* Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê di roja 42'an de didome. (11.00)
* Komeleya Piştevaniya Karkeran wê bi navê "Rêxistinkirina di rojên krîzê de" li Navenda Çandê ya Bariş Manço sempozyumê li dar bixe. (10.00-19.00)
* Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman wê li Stenbol û Wane bidome. (17.00)