AMED - Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Sînan Adiyaman gora Dr Îlhan Dîken ziyaret kir û diyar kir ku biryara walitiyê ya têkildarî navê Îlhan Dîken a kolanê ew hêrs kirine û got: "Em li dijî krîmînalîzekirina Îlhan Dîken in. Îlhan Dîken DTO ye, Amed e. TTB ye. Em ê her tim wî bibîr bînin."
Endamên Konseya Navendî yên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û endamên Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Doktor Îlhan Diken ê demekê Serokatiya DTO'yê kiribû li ser gora wî ya Goristana Yenîkoy a Amedê bibîr anîn. Malbata Dîken, Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Sînan Adiyaman, Serokê Duyemîn ê Konseya Navendî yê TTB'ê Alî Çerkezoglu, endamên Konseya Navendî yên TTB, Serokê DTO'yê Mehmet Şerîf Demîr û endamên DTO'yê beşdar bûn.
'EM TERORÎZEKIRINA DÎKEN QEBÛL NAKIN'
Ewil, Serokê DTO'yê Mehmet Şerîf Demîr axivî got "Ji bo em rêhevalê xwe bibîr bînin li vir in. Di 19'ê Tebaxê dar beyek li vîna gel xistin û qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Sedema tayînkirina qeyûman yek jî hinceta navê birêz Dr. Îlhan Dîken li kolanê kirinbûn. Îlhan Diken di jiyana xwe de ji demokrasiyê, ji aşitiyê, mafê gel yê tenduristiyê bi salan ked dayê û Serokatiya DTO'yê kiriye. Em ji bo ku dîsa xwedî li Dîken derkevin li vir in. Em dibêjin krîmînalîze û terorîzekirina Dîken qebûl nakin."
'ÎLHAN DÎKEN TTB'YE'
Pişt re Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Sînan Adiyaman diyar kir ku biryara walitiyê ya ku têkildarî navê Îlhan Dîken a kolanê ew hêrs kirine û wiha axivî: "Em misoger li hemberî krîmînalîzekirina Îlhan Dîken in. Em serîhildidin, qebûl nakin, red dikin. Îlhan Dîken DTO ye, Amed e û TTB ye. Em ê her tim wî bibîr bînin.
Nûnerên TTB û DTO piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Dîken û belav bûn.