STENBOL – "Konferansa Sûriye ya Navneteweyî" ku CHP’ê organîze kir û bêyî ku ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye kes beşdar bibin dest pê kir.
"Konferansa Sûriye ya Navneteweyî" ya ku CHP'ê organîze kiriye û nûnerên navneteweyî jî beşdar bûne, li Otela The Grand Tarabya dest pê kir. Di konferansê de Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, parlamenterên CHP'ê, gelek siyasetmedar, hiqûqnas, akademisyen, rojnameger û ji gelek welatan diplomat amade bûn. Ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye tu kes dawetî konferansê nehat kirin. Di konferansê sernavên “Aliyên navneteweyî yên pirsgirêkên Sûriyeyê", “Pirsgirêkê penaber û koçberên Sûriyeyî", “Jiyana civakî û li hevhatin" û “Cihê stratejîk a aktorên herêmê: Nerîna eskerî û hiqûqî ya li rewşa heyî" û “Rola rêveberiyên herêmî: Pirsgirêk û pêşniyar" pêk tê û wê bi 5 civînên cuda bidome.
‘AKP'Ê WELAT XISTIYE RÊYA DAWIYA WÊ TUNE YE'
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Veli Agbaba, axaftina vekirê kir û bal kişand ser girîngiya konferansê. Agbaba, polîtîkayên AKP’ê yên li Rojhilata navîn rexne kir û wiha got: "AKP'ê Tirkiye xistiye rêyek ku dawiya wê tune ye. Ger ku îktîdara AKP'ê banga Serokê me Kemal Kiliçdaroglu ya ji bo Sûriye li ber çavan girtibûya, wê zûde xwîn sekinîbûya. Em ê niha di nava aramiyê de bijiyana. Em diyar dikin ku tenê gelê Sûriye dikarin der barê pêşeroja Sûriye de biryarê bidin. Polîtikayên AKP’ê yên şer, welat dixe nava rêyek bêderî. Her tişt tev li hev bûye. "
BERIYA ŞER KESÎ NAVÊ SÛRIYE NIZANÎBÛ
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî, diyar kir ku li Stenbolê zêdeyî 1 milyonek penaber hene û wiha got: "Li Sûriye piştî şer dest pê kir, vana neçar man ku welatê xwe terk bikin. Beriya şerê li Sûriye pir kêm kesan navê Sûriye zanîbû. Niha di şer de her tişt tev li hev bûye. Yên nizanin li Sûriyeyê çi dibe bi çavkoranî diçin ser agir. Gelek koçberên Sûriyeyî niha nizanin çima şer heye û ji ber şerê li Sûriye îro bi mere dijîn. Li gorî agahiyên di destê me de zêdeyî 1 milyon penaberên Sûriye li Stenbol dijîn. Penaberên Sûriyeyî ne tenê li vir, li her derê gelek pirsgirêkan dijîn. Em qebûl dikin ku pêwiste pirsgirêkên koçberiyê bên çareserkirin. "
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu jî anî ziman ku li Tirkiye pêdivî bi aştiyê heye û wiha got: "Divê demek berî demekê têkiliyên dostanî bên xurtkirin. “Politîkayên heyî danehevên Tirkiye yên 90 salan avêtin ser sergo. Berê hemû welatên Rojhilata Navîn pir erênî li Tirkiye dinerî. Lê polîtîkayên dawî Tirkiye têk bir."