WAN - Derket holê ku Merve Akkûş Aydin ku di dema qeyûm de li şaredariyê hat bicihkirin, zêdetirî salekêye neçûye şaredariyê, lê belê her meh meaşê xwe digire. Merve Akkûş Aydin, hevjîna Ahmet Aydin û Ahmet Aydin jî muşawirê çapemeniyê yê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye.
Derket holê ku Merve Akkûş Aydin ku di dema qeyûm de li şaredariyê hat bicihkirin, zêdetirî salekê neçûye şaredariyê lê belê her meh meaşê xwe digire. Merve Akkûş Aydin, hevjîna Ahmet Aydin û Ahmet Aydin jî muşawirê çapemeniyê yê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye. Merve Akkûş, di 10'ê Tebaxa 2018'an de di dema qeyûm de li Şaredariya Îpekyolûyê ya Wanê hatiye bicihkirin. Her wiha hat hînbûn ku Akkûş ku ji bo salekê hatibû bicihkirin piştî sala wê qediyaye bêyî ji peywirê bê girtin dema wê ya ji bo kar hatiye dirêjkirin.