MÊRDÎN - Di navbera 1993-1994'an de li Dêrikê 13 gundî hatibûn kuştin û ji ber vê doz li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl hatibû vekirin. Dadgehê derbarê Çîtîl de biryara beraatê dabû. Piştî vê parêzeran îtiraz kiribû, lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) serlêdana parêzeran qebûl nekir û got, mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.
Di navbera 1993-94'an de li Dêrika Mêrdînê 13 gundî; Seydoş Çeviren, Yusuf Çeviren, Abide Çeviren, Ahmet Çeviren, Ramazan Çeviren, Mehmet Nejat Arıs, Piro Ay, Vejdin Avcil, Mehmet Erek, Ramazan Erek, Ahmet Erek, Mustafa Aydin û Mehmet Faysal Ötün hatibûn kuştin. Ji ber vê derbarê Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl der doz hatibû vekirin. Di danişîna 21'ê Gulana 2014'an de dadgehê derbarê Çîtîl de biryara beraatê dabû û Dadgeha Bilind jî di 2'yê Hezîrana 2015'an de ev biryara pesend kiribû. Li ser vê parêzerên dosyeyê bi hinceta "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" û "qedexeya muameleya kirêt hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.
AYM'ê, piştî 4 salan derbarê serlêdana parêzeran de biryar da û got: "Nayê qebûlkirin." AYM'ê, di biryara xwe de ji bo xala "binpêkirina mafê jiyanê" got, "xwe naspêre tiştekî" û ji bo xala "binpêkirina qedexeya muameleya kirêt" jî got, "ji hêla kes ve ji ber bêerkiyê nayê qebûlkirin."
WÊ SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN
Yek ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû, diyar kir ku biryara AYM'ê berdewamiya polîtîkaya "bêcezatiyê" ya sûcên li hemberî kurdan tên kirin bi xwe ye. Kûzû, bilêv kir ku di dema darizandinê de Mûsa Çîtîl li ser kar bûye û li ser jev hatiye terfîkirin û got, ev jî nîşan dide ku wekî polîtîkayeke dewletê pêk hatiye. Kûzû, destnîşan kir ku ew ê dosyeyê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bişînin.
MA / Ahmet Kanbal