AMED – Li Amedê ji ber greva birçîbûnê 62 kesên doz li wan hatibû vekirin berat bûn.
Li avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê 62 kesên ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan. Li 62 kesan bi angaşta “propaganda rêxistinê kirine” doza hatibû vekirin û di navbera salek û heta 5 salan de cezayê hefsê ji bo wan dihat xwestin. Danişîna doza 62 kesan li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dadgehê bi hênceta çalakiya greva birçîbûnê ne hêmanê sûc e 62 kesan berat kir.