AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê piştgirî da Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê û got ew li gel HDP’ê û kurdan e. Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya jî got: “Heta perdeya guhên we biçire em ê biaxivin.”
Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê 40 roj li pey xwe hişt. Girse dîsa li Kolana Lîseyê ya ku di bin dorpêça polîsan de kom bû û nobeta xwe weke her roj bi coş berdewam kir. Parlementerên HDP'ê, pêkhateyên HDP’ê, Partiyên Îttîfaka Kurdistanî, hevşaredar, rêxistinên civakî yên sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatî beşdarî çalakiyê ango nobetê bûn. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê jî ji bo piştevaniyê beşdarî Nobeta Demokrasiyê bûn. Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
'EM DURÛTIYA WAN TEŞHÎR DIKIN'
Di nobetê ewilî Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û diyar kir ku heta ku qeyûm neçe wê di nav berxwedanê de bin. Ceylan bal kişand ser çalakiya malbatên ku li ber avahiya wan û wiha got: "Waliyê Amedê gotiye ku 'rûniştina li ber deriyê AKP'ê xebata wan sînor dike.' Lê heman çalakî li pêş HDP'ê serbest e. Em vê durûtiya wan teşhîr dikin û qebûl nakin. Ev krîmînalîzekirina HDP'ê ye. Lê ev jî pûç derket."
'EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN'
Pişt re li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê Kadîr Ozturk axivî û destnîşan kir ku ji bo piştevaniya HDP’ê hatine Amedê û wiha got: "Em bêhiqûqiya desthilatdariyê ya qeyûman şermezar dikin. Divê gelên ku alîgirên demokrasiyê û aştiyê ne bi hev re têbikoşin û qeyûman biqewirînin. Em li cem gelê Amed, Mêrdîn, Wanê ne û bi hemû kurdan re ne. Em ê bi hev re têbikoşin."
'HETA PERDEYA GUHÊ WE BIÇIRE…’
Li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya da zanîn ku gotinên wan neqediyan e û wiha axivî: "Em mafdar in. Heta ku perdeya guhên we biçirin em ê biaxivin."
'DEST JI POLÎTÎKAYÊN PARÇEKIRINÊ BERDIN'
Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bang li desthilatdariyê kir û got: " Heke em li dijî qeyûm bêdeng bisekinin, wê qeyûm tayînî me hemûyan bikin. Ev yek nêzîk e. Desthilatdariya Erdogan li ber têkçûnê ye.” Gergerlîoglû diyar kir ku li ser dayikan du standardî heye û wiha got: "Duh ez li Enqereyê bûm nehiştin dayikek du deqîqeyan biaxive. Ew dayik qey ne dayik e? Dest ji polîtîkayên parçekirinê berdin. Werin em pirsgirêka hemû dayikan bi hev re çareser bikin."
'HIQÛQ QETIL KIRIN'
Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji peywîrê hat dûrxistin diyar kir ku ne 40 roj 40 meh jî derbas bibe wê berxwedana wan bidome û got: "19'ê Tebaxê darbeyeke din kirin. Hiqûq qetil kirin. Me jî îro 40 rojiya wan derxist û fatîhaya wan xwend.”
Nobet piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan bi dawî bû.