* Li Sûriye 6 salin şerekî dijwar heye. Di şer de bi milyonan welatiyên Sûriye Koçber bûn bi sed hezaran mirov li Sûriye hatin kuştin. Di serî de Kobanê, Heleb, Minbiç, Reqqa û gelek bajarên din bûn qada cenga mezin. DAIŞ'ê Reqqa ji bo xwe kir paytext. Piştî DAIŞ li vir bi cih bû, li Bakurê Sûriyeya Federaliya Demokratîk di pêşengiya YPG û YPJ'ê de hêzên parastinê yên xweser hatin avakirin û qedera gelê Kurd, Ereb Suryan, Durzî, Asûrî û Ermenî ji nûve tê nivîsandin. Êdî kurd wekî hêza sêyemîn a şerê li Rojhilata Navîn bûn xwedî hêzek sereke û muxadabê hêzên navneteweyî.
* Navçeya Sûrê ya dîrokê ji gelek şaristanî, bawerî, nasname û çandan re malovanî kir. Berî du salan dewletê qedexe lê îlan kir û gelek malên li taxê rûxandin. Mirovên li taxê koçber kirin, yên mayî di dor wan hat pêçan û di girtîgeheke servekirî de ne.
*Li Colemêrgê zozanên herî bi berhemdar ên herêmê, ji ber qedexeyên derketina derve yên du salên dawî, sewalkarî qedand. Li bajêr pirsgirkê ka û gîha tê jiyên û sewalkar yek bi yek dewarên xwe difiroşin.
*Elmas Çakmaz a li gundê Karakuyu dijî kirasên herêmî, fîstan û kofiyan didirû. Çakmaz diyar kir ku heta ji destê wê bê dê vê çandê bide jiyîn û got: “Heke çanda me winda bibe, em ê jî winda bibin.”
* Li Wanê Şanoya Mencel a komek lîstikvan avakirin, dê di 4’ê Kanûnê de ji bo hunerhezan perdeya xwe veke. Li şanoyê dê piranî lîstikên kurdî bên şêşandan.
* Endama Meclîsa Jinan a KÎD’ê Suhayla Înal êrîşa li dijî goristanan nirxand û wiha got: “Kesên xwe bi îslamê arî dikin, sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin.”
* Mûrat Çakir, nûnerê ÎSÎG’ê ku bi weşandina raporên “cinayetên karî” riya jîngeha kedê ronî dike, diyar kir ku di rapora ku wan weşandiye de di 11 mehn 2017’an de herî kêm hezar û 850 karker jiyana xwe ji dest dane û wiha got. “Rewşa xerab a aboriyê bi zext û zoriyan bi ser karkeran de diçe. Fatûreya polîtîkayên nebaş, li karkeran tê birin.”
* Cenazeya endamê HGP’ê Cebraîl Karçi ku 23’ê Mijdar’ê li navçeya Çinarê di serdegirtina malan de hat kuştin, nasnameya wî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat aşkerekirin lê cenazeya wî radestê malbata wî nayê kirin.
*Bihabûna zêran bandorê li ser firotinê jî dike. Zêrfiroşên li Wanê diyar kirin ku qeweta wan a kirîna zêran daketiye û ji ber vê yekê nikarin zêran bifiroşin û hatine wê astê ku deriyên dikanên xwe qefle bikin.
* Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê re 23 sal derbas bûn. Hîn jî kiryarên êrîşê dernektine holê û niha bi OHAL û KHK’yan deriyê rojnameyên peyrewên Ozgur Ulkeyê tên mohrkirin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê, di encama lêkolînkirina zemînî de bi hinceta avahiyên 3 qatî “rîskê didin der” Taxa Aydinlarê xist çarçoveya veguherandina bajêr. Li belê niha li taxê bi destê fîrmayên nêzî îktîdarê 700 avahyên pirqatî tên çêkirin.
* Ramazan Ceylan, wasiyê Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye û 30 sal in di girtîgehê de ye, anî ziman ku Ozelmalê bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye û di heman demê de ji ber prostatê tê tedawîkirin û divê demildest bê tedawîkirin.
* Li navçeya Şahînbeyê, şêniyên Taxa Vatanê diyarkirin ku piştî bi girtin û zextan endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin tasfiyekirin, tax veguheriye navenda firoşkarên tiryakê. Her wiha şêniyan îdia kir ku polis û firoşkar tevkar in û ji bo firoşkaran xwe li nedîtiyê datînin.
* Bu yıl 15’incisi düzenlenen Dünya Bilim Kongresi ODTÜ’de ikinci gününde devam ediyor. (09.30) GÖRÜNTÜLÜ
* Nobeta Edaletê dê li ber Edliyeya Çaglayanê di hefteya 35'an de berdewam bike. Di çalakiyê de dê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilktirin bê bibîranîn. (11.30) BI DÎMEN E.
* Platforma Sûrê dê di 2'emîn salvegera destpêka qedexeya li Sûrê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30) BI DÎMEN E.
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li Edliyeya Kartalê bê dîtin. (13.30)
* Çalakiya kolana Yukselê dê di roja 387’an bidome. (13.30/18.00) BI DÎMEN E