AMED - Jina xizmetkara tenduristiyê di 23'ê Îlonê de li nexweşxaneyê rastî êrîşa hevjînê xwe hat. Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî, êrîş şermezar kir.
Di 23'ê îlonê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Selehattîn Eyûbî jina xizmetkara tenduristiyê, ji ber xwest hevjînê xwe berde rastî êrîşa hevjînê xwe hat. Têkildarî mijarê Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), li pêş nexweşxaneyê daxuiyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, endam û rêveberên DAKAP'ê û gelek kesên din amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Em yek din naxwazin kêm bibin, Peymana Stenbolê pêk bînink" vekirin û dirûşmeyên “Mêr lê dide dewlet diparêze" û “Destê dirêjî jinê dide bila bişkê" û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Gonul Adibelli, diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî karkera xizmetar ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatiye û wiha got: "Jina rastî êrîşê hat ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve hat rizgarkirin. Dema bûyer pêk hat polîsên li nexweşxaneyê mudaxale nekirine. Hevala me ya jin 2 roj şûnde dîsa li malê rastî tundiyê hatiye. Li gel ku ev yek ji midûriyeta polîsan re ragihandiye jî dîsa bersûc hatiye berdan. Êrîşkar bi awayekî hêsan û asayî li saziyên dewletê digerin û der barê wî de tiştek nayê kirin."
Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz jî anî ziman ku jin dîsa li saziya cemaweriyê rastî êrîş û tundiyê hatiye û wiha got: “Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Her ku jin bêdeng dibin, faşizm har dibe. Em jin êdî bêdeng nabin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin."