AMED – Serokê Konseya Navendê ya TTB’ê Sînan Adiyaman tayînkirina qeyûman wek “cînayeta demokrasiyê” nirxand û got: “Tayînkirina qeyûman wê rê li ber birînkirina dilê gel veke.”
Odeya Bijîşkan a Amedê (OBA) têkildarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Konseya Navendê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman, endamên konseye, endam û rêveberên OBA’yê û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin beşdarî civînê bûn.
Serokê OBA’yê Mehmet Şerîf Demîr ewil di civînê de axivî û diyar kir ku hevşaredarên HDP’yî bi awayekî li dijî hiqûqê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û ew tayînkirina qeyûman jî wek darbeya li dijî vîna gel dibînin.
‘EM ŞAHIDÊN DR. MIZRAKLI NE’
Serokê Konseya Navneda TTB’ê Sînan Adiyaman jî anî ziman ku ji bo ew Dr. Selçûk Mizrakli ziyaret bikin û piştevaniya xwe ji bo wî nîşan bidin li Amedê ne û ew şahid in ku Mizrakli ji bo mafê têkoşîna tenduristiya civakê û li qadên mafên mirovan û demokrasiyê têkoşîn birêve biriye. Adiyaman da zanîn ku ji wezîfe girtina hevşaredaran pêkanînek antî demokratîk e û wek mudaxeleya li dijî mafê hilbijartinê dibînin.
‘WÊ BIRÎNÊN NÛ DI DILÊ GEL DE VEKE’
Adiyaman destnîşan kir ku di demokrasiyê de divê hurmet li hember kesên bi dengên gel hatine bijartin bê nîşandan û got: “Endamê me jî di nav de hevşaredaran ji wezîfeyê dûr xistin. Ev pêkanînek antî demokratîk e û li dijî hiqûqê ye. Tayînkirina qeyûman dê rê li ber birînkirina dilê gel veke. Tayînkirina qeyûman feraseta ‘yê we bijartiye naecibînim û hûn mecbûrî yên ez tayîn bikim qebûl bikine ye.’ Halbûkî mafê hilbijartinê û hilbijêr, hurmeta hilbijartina rêveberiyê ya ji aliyê gel ve û demokrasî jêneveger e.”
‘QEYÛM CÎNAYETA DEMOKRASIYÊ YE’
Adiyaman tayînkirina qeyûman wek “cînayeta demokrasiyê” nirxand û wiha got: “Keştiya demokrasiyê ne bi hamasete bi rêgezên demokratîk dikare were birêvebirin. Mafê kesî nîne îpotek deyne ser vîna gel. Tayînkirina qeyûman a ser vîna gel cînayeta demokrasiyê ye. Pêdiviya welatê me ne bi çêkirina odeyên meqamtiyê û ‘serşokan’ heye, pêdivî bi demokrasiyê heye. Ji vîna gel re hurmetê nîşan bidin û em bang dikin ku hurmetê nîşanî vîna gel bidin.”
‘TENDURISTIYA SIYASETÊ XESAR DÎTIYE’
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku tenduristiya siyaseta Tirkiyeyê bi awayek micid xesar dîtiye û kêliya hemû pergalên îdarî ji hiqûqê dûr bibe dê rê li ber rewşên travmatîk veke.