WAN - Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin di roja 40'emîn dewam kir.
Ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin. Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin ket roja xwe ya 40'emîn. Nobeta Demokrasiyê ya Wanê li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Mûşê Mensur Işik, Erol Katircioglu, Nûran Îmir, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, hevşaredarên navçeyên Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglu axivî. Erol diyar kir ku îktidara niha nikare pêvajoyê birêve bibe û divê bi rêyên demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bêdeng nemîne ger tu bêdeng bimînî dê dor were ser te","Bijî berxwedana Wanê","Hevserokatî xeta me ya mor e" bi dawî bû.