COLEMÊRG – Li gundê Çemana Seyîda ya Şemzînanê dolmîşa xwendekaran qelibî. Tê gotin mirî û birîndar hene.
Li gundê Çemana Seyîda ya girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê domîşa serwîsa xwendekaran qelibî. Şahidên bûyerê ragihandin ku 6 cenaze ji hundirê dolmîşê derxistine. Nehat zanîn ku çend xwendekar di dolmîşê de hebûne û di dîmenên hatine kişandin û parvekirin de dengê qîrînê tê.
Di dîmenan de tê xuyakirin ku xelk li gorî derfetên xwe mirî û birîndaran ji dolmîşê derdixin.