Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me

  • rojane
  • 12:01 27 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Bi ser qetilkirina Ceylan Onkol re 10 sal derbas bûn, lê hê jî kujer derneketine holê. Kekê Ceylan Rifat Onkol got ku kes dengê dayika wî nebihîstiye û ser bûyerê girtine.

Bi ser mirina Ceylan Onkol (14) re 10 sal derbas bûn. Onkol, di 28'ê Îlona 2009'an de li mezra Xanbaz a girêdayî gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê, dema ku sewalên xwe çirandibû, rastî guleyeke hewanê ku ji aliyê qereqolê ve hatibû avêtin, hatibû û gule pêde teqiyabû û jiyana xwe ji dest dabû. Dayik Saliha Onkol ku laşê parçekirî yê keça xwe di pêşê xwe de kom kiribû, hemû delîlên li cihê bûyerê dîtibû radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribû. Lê li gel vê yekê jî dozger, di sala 2014'an de biryara "lêgerîna daîmî" kir dosyaya lêpirsînê. Kekê Ceylan Rifat Onkol ku em li cihê bûyerê pê re axivîn, diyar kir ku li gel ku hemû delîlan radestî dozgeriyê kirine jî ser bûyerê hatiye girtin. 
 
LI CIHÊ BÛYERÊ TÎPA C ÇÊKIRINE
 
Mezra Xanbazê ku piştî rêwitiyek dirêj em gihîştinê, ji çend malan pêk tê û dişibe zozanan. Dema ku em di nav darên ku ji bo êmê sewalan ê zivistanê hatine peşkandin de bir bi cihê ku Ceylan hatibû qetilkirin ve dimeşiyan, rastî kevirên ku bi wan tîpa C hatiye çêkirin hatin. Rifat Onkol cihê bûyerê bi destê xwe îşaret kir û wiha got: "Tam li vir hat qetilkirin. Ev goristan ji aliyê mirovên dilşewat, dayikên ku bûyerê dîtine û hîs kirine û zarokan ve hatiye çêkirin. Armanc bîranîn û jiyandina Ceylan e. Lewre ew kêlî ji bo me dîrok e û divê neyê jibîrkirin. Noqteya nîşandina wehşetê û bîrdarî ye."
 
'WÊ RONIYÊ VEMIRANDIN'
 
Onkol da zanîn ku heke Ceylan nehatine qetilkirinê wê ew roj ji bo dibistanê birina gundê Yayla yê Çewlikê û axaftina xwe wiha domand: "Ceylan timik nediçû ber sewalan, li dibistanê serkeftî bû û spasname û teqdîr dianîn. Destûr nedan ku Ceylan bijî. Çavên gelek bi bandor û ronî yên Ceylan hebûn. Wê roniyê vemiradin. Lê belê wê qetilkirin."
 
'KES DENGÊ QÊRÎNA DAYIKA MIN NEBIHÎST'
 
Onkol destnîşan kir ku piştî qetilkirina Ceylan dayika wî bi gelek nexweşiyên giran derbas kiriye û ketiye nav nivînan û ev tişt anî ziman: "Li cihekî vekirî, orta nava rojê lê dan. Li cihek dûr û bejahiyê lê nedan. Li cem malê lê dan. Kuştina Ceylan bê encam ma û ser girtin. Dema Ceylan hat qetilkirin, dayika min parçeyên laşê wê ji binî van darên meziyan berhev kir. Dayika min bi êşa xwe ya giran got, 'Ji bo Xwedê Ceylana min çûye, bila hin Ceylanên din neçin û hin mirov, zarokên din neyên kuştin û xwîn nerijê.' Dayika min bi van gotinan qêriya û bang li rayedarên vî welatî kir. Lê kesî dengê dayika min nebihîst û xwe ker kirin. Nêzikbûneke adîlane nîşan nedan, rastiyê dernexistin holê. Tenê ser bûyerê girtin. Lê dayika min ji vê êşê gelek bi bandor bû û niha di nav nivînan de ye." 
 
'EM CEYLAN JI BÎR NAKIN'
 
Di berdewamê de Onkol anî ziman ku weke qetilkirina her zarokî êşa Ceylan teze ye û wiha pê de çû: "Heta ku li vî welatî pirsgirêk hebin, zarok, ciwan, mirov bên qetilkirin, em nikarin Ceylan ji bîr bikin. Li gel ku hemû delîl li holê ne jî ji aliyê dozger ve nayên berhevkirin û ser bûyerê tê girtin. Dema ku bûyer pêk hat, me bangî dozger, Qereqola Abaliyê kir û got ku hemû delîl li holê ne çi hewce dike bikin. Lê nehatin. Me gazî çapemeniyê kir. Delîlan bir li Qereqola Abaliyê da dozger. Li gel hemû derfetên teknîkî jî bûyerê ixmal kirin û ketin nav hewldanên bêencamhiştina bûyerê."
 
'ÎXMAL HER HEBÛ'
 
Onkol biryarê hiqûqî yên derbarê bûyerê de jî nirxandin û diyar kir ku biryara 'kêmasiya xizmetê ya rêveberiyê' ya Dadgeha Bilind ku di doza tazmînatê de daye biryareke di cih de ye û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Heta niha biryareke ku bûyerê ronî bike û dilê me bike cihê nehatiye dayîn. Ji roja destpêkê heta niha her îxmal hebû. Ne 28 hezar, 28 milyar jî bidin, heta ku kûjer dernekevin holê em ê razî nebin. Parçeyên cebilxaneya ku Ceylan kuşt, piştî bûyerê heta 1-2 salan jî timik li herêmê dihatin bikaranîn. Em sewalkariyê dikin, nikarin bi hêsanî bigerin. Di nav guman û diltengiyê de ne. Bi heron û wesayîtên din em timik di bin gefan de ne. Dibe ku hin Ceylanên din jî bimirin. Em dixwazin li ser axa xwe û welatê xwe rehet bin û hêsan bijîn." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç - Aydin Atay
 
 
 
 

Sernavên din

28/09/2019
09:50 Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e
09:29 Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir
09:26 Hevjîna Muşawirê Çapemeniyê yê Soylû bêyî biçe şaredariyê meaşê xwe digire
09:25 Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan
09:25 AYM ji bo kuştina 13 gundiyan got: Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin
09:24 Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!
09:23 ‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
09:23 Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin
09:22 ‘Tundiya li jinê wekî meseleyek navmalî tê dîtin'
09:21 Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir
09:21 Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
27/09/2019
17:46 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:49 Der barê Yuksekdag de biryara berdewam girtinêdan
16:34 Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e
16:32 ‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’
16:17 62 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin beratkirin
16:13 Antalya piştgirî da Amedê: Em li cem HDP’ê û kurdan e
16:01 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê
15:50 KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn
15:40 TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin
15:10 Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin
14:50 Endamên DAKAP'ê tundiya li dijî jinê şermezar kir
14:45 Li Xîzanê jinek hat qetilkirin
14:43 TTB: Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye
14:25 Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin
14:14 2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn
14:14 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 40 roj li pey xwe hişt
13:55 Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin
13:40 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:29 Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin
13:28 Li Şemzînanê qeza pêk hat: Mirî û birîndar hene
13:16 Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye
12:39 Fîgen Yuksekdag: Ew 22 car jî min bidin girtin qey wê heqîqet biguhere gelo?
12:02 Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin
12:01 Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me
11:56 Li Wanê du konser hatin qedexekirin
11:39 Doza Pirtûkxaneya Umutê hat taloqkirin
11:13 Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn
11:07 Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir
11:04 Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo?
10:37 Gelek girtî hatin sewqkirin
10:20 Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê
09:52 Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin
09:19 Li gorî Walîtiya Amedê çalakiya li ber avahiya AKP'ê sûc e
09:18 Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin
09:17 'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê'
09:16 Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:15 Partiyên kurdan: Bi operasyonan dixwazin li 4 perçeyan serê Kurdan bitewînin
09:15 Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir
09:14 ‘Paşeroja me di bin avê de ma'
09:13 Ne dengbêj derdbêj e
09:12 Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin
09:11 Nebatên ewil ên payizê derketin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
26/09/2019
18:30 Rojên Çand û Hunerê yên Farqînê dest pê dikin
17:09 Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin
16:18 Li Heskîfê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:33 Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan
15:19 Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar
15:15 Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin
15:10 Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e
14:46 'Em ê doza Fîgen bikin qadên tekoşînê'
14:31 Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê
14:15 Li Stenbolê erdhej pêk hat
13:58 Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin
13:46 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir
13:45 Balafirên şer ên TSK'ê gundên Zêwkê û Aliyêreş bombe kir: 2 welatî birîndar bûn
12:54 Şaredariya Êlihê pergala nû ya veguhêziyê da nasîn
12:44 Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin
12:44 Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin
12:16 Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir
11:45 Dadgeha Bilind 475 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedarên Kurd hat birîn erê kir
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:16 Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye
10:56 Wê gund, erazî, mêrg, gor û bîranînên wan winda bibin!
10:52 Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest
10:31 Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket
10:31 KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e
09:53 Bîlgen: Hevserokatî nûnertiya nîvê dinyayê ye
09:45 6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:44 Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye
09:34 Walîtiyê dîmenên ku dozgeriyê piştî mehan xwest neşand
09:19 Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin
09:18 Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir
09:18 NÇM, 28 sal in hildiberîne
09:17 Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin
09:16 Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
25/09/2019
16:56 Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
16:43 DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:42 Li Wanê qedexe 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:42 Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin
15:41 Ûca: Berxwedana we pergala wan perçe kir
15:03 Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin
14:34 Îmîr: We qeyûm tayînî avahiyê kir, lê hûn nikarin tayînî vîna gel bikin
14:14 Jina Ozbekî bi çeka parlamenterê AKP'î întihar kir
14:13 Jinên Rojavayî Yekitiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin
13:48 Olûç: Pakêta darazê dê rolek pozîtîf neleyîze divê guhertinên micid bên kirin
13:47 Dayika Berkîn Elvan: Dê hê çend zarokên me biçin