AMED – Yasîn K., Îsmaîl D. û Firat E. ku ji ber ji kar hatin avêtin û ji bo li ber avahiya AKP'a Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin, ji bo destûrê serî li Walîtiya Amedê dabûn. Walîtiyê, serlêdana kesên navbirî da û got: "Li gor qanûna bingehîn sûc e." Ev helwest nîşan dide ku walîtî bi awayekî aşkere destekê dide çalakiya li ber avahiya HDP'ê ku 25 roj in didome.
Çalakiya li ber avahiya HDP'a Amedê 25 roj in didome ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîra Xizmetên Malbat, Kar û Civakiyî Zehra Sumrut Selçûk bi xwe yî hatibûn û destek dabûn vê çalakiyê. Lê belê sê kesên ji kar hatin avêtin û xwestin li ber avahiya AKP'ê ay Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin, walîtiyê ji wan re got " li gor qanûna bingehîn sûc e" û destûr neda wan.
Yasîn K. ku di 26'ê Tebaxa 2016'an de birayê wî Ahmet K. li Oremara Colemêrgê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû, Îsmaîl D. û Firat E. ku di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de di 5'ê Mijdarê de hatibûn girtin û di 9'ê Mijdarê de ji kar hatibûn avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe xwestibûn li ber avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Ji bo vê serî li Walîtiya Amedê dabûn. Lê belê walîtiyê ji bo wan got, çalakiya li ber partiyeke siyasî wê fealiyetên partiyê asteng bike û ev yek di çaçroveya qanûna bingehînd e sûc e û bi vî awayî destûr neda wan. Ev helwesta walîtiyê nîşan dide ku walîtî bi awayekî aşkere destekê dide çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP'ê.