WAN - Serokên giştî yên partiyên kurdan, bal kişandin ser operasyona derveyî sînor û gotin, di vir de tenê armanceke Tirkiyeyê heye û ew jî dixwazin li çar perçeyan serê gelê kurd bitewînin. Serokên partiyan, bang li her kesî kirin ku li dijî van operasyonan derkevin.
"Tevgera Pençe" ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Kurdistana Federe didome. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak û Serokê Giştî yê Tevgera Azadiyê Ayetûllah Aşitî operasyona didome, tayînkirina qeyûman nirxandin.
'ARMANC KURDAN BÎNIN SER ÇOKAN'
Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku Tevgera Pençeyêperçeyeke operasyona ku AKP-MHP dixwazin destkeftiyên kurdan bin pê bikin û got: "Divê mirov operasyona Pençeyê tenê nenirxîne. Divê êrîşên ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Tirkiyeyê yên li dijî destkeftiyên kurdan bi hev re binirxîne. Mixabin siyaseta 4 salên dawî ya AKP-MHP'ê ew e ku bi awayekî destkeftiyên kurdan bin pê bikin û kurdan tevî erdnîgariya wan dîsa perçe bikin. Loma operasyona Pençeyê tenê perçeyeke vê yekê ye. Heta niha Tirkiye di têkiliyên xwe yî derve de ji bo 'kurd nebin tiştek' geh diçe ber deriyê Rûsyayê geh jî diçe ber ê Amerîkayê. Lê ev yek li gor cidiyeta dewletekê nayê kirin. Li vir tenê armancek heye, ew jî ew e ku kurdan bînin ser çokan."
'TEKANE RÊ, YEKÎTÎ YE'
Kamaç, anî ziman ku êdî ji bo kurdan dem dema tifaqa neteweyî ye û got: "Gelê me di sindoqan de, li kuçe û kolanan tifaqek çê kiriye. Em dibînin ku gelê me dixwaze siyaseta kurd bibe yek. Di hilbijartina 31'ê Adarê de tifaqek çê bû. Berteka partiyên kurdan a li dijî qeyûman, ji bo vê tifaqê mînakeke berbiçav e. Li dijî polîtîkayên zext û zoriyî û tunekirinê tekane rêyeke li ber kurdan heye, ew jî yekîtiya neteweyî ye."
Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bûcak jî, anî ziman ku ji roja ku Tirkiye ava bûye heta niah siyaseta xwe di ser kurdan re dike û got: "Dewleta tirk, wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nêzî kurdan dibe. Ji ber vê jî ji bo kurdan perçe bike operasyonên leşkerî dike. Lê belê siyaseta heyî ya dewletê heta niha bi ser neketiye. Wê bi komkujî, kuştin û girtinan ev pirsgirêk çareser nebe. Em jî vê yekê qebûl nakin û ev operasyonên leşkerî şaş in. Rojava ji bo Tirkiyeyê ne talûke ye. Di warê siyasî de jî heta niha tu gefeke Rojava ji bo Tirkiyeyê çê nebûye. Şerê li wir şerê li dijî DAIŞ'ê bû. Loma helwesta DYA'yê ji bo kurdan û gelên Sûriyeyê girîng û watedar e. Çimkî li Rojavayê tenê ne kurd, ji her neteweyî û zimanî gel hene. Ev hewldan propagandaya şer e. Eger Tirkiye di vê helwesta xwe de israr bike, wê wind abike. Çimkî Rojava devereke ku êdî xwedî wesfeke neteweyî ye."
'KURDINO BIBIN YEK'
Serokê Giştî yê Tevgera Azadiyê Ayetûllah Aşitî jî diyar kir ku di dîroka komarê de kîjan partî bûye îktîdar êrîşî kurdana kiriye û hemû jî hewldana bi şer li ser piya bisekinin. Aşitî, anî ziman ku wan li dijî feraseta ku kurdan qebûl nake û înkar dike tifaqek çê kirine û got: "Eger AKP bi rastî jî behsa îslamiyetê dike, nexwe divê ewilî dev jî van zext ûz oriyan û zilmê bere. Ew tenê li gor avaniya sosyolojîk a civakê siyasetê dikin. Divê kurd jî li hemberî vê haydar bin. Bang li kurdan dikim; Hey kurdino, fikr û dînê we çi dibe bila bibe, bibin yek."