AMED - Berhemên ewil ên demsala payiz û zivistanê cihê xwe li ser dezgehên bazarvanên Amedê girt. Berhemên axê gêzer, tivir, şelim û berhemên daran givîjên ku li ser dezgehên esnafan cihê xwe girtin, rengekî nû dan dezgehên bazarê.
Berhemên ewil ên nebatên demsala payizê derketin û cihê xwe li ser dezgehên bazarvanên Amedê girt. Ji berhemên axê tivir, gêzer, şelim, binerdkên ji baxçeyan hatin komkirin cihê xwe li ser dezgehên esnafan girtin. Ji berhemên daran jî givîjên şêrîn û tirş ên ji herêma Meletî, Lîce, Pasûr, Mêrdînê hatin komkirin rengekî nû dan bazara fêkî û zebze. Berhemên ewil ên ji axê û daran hatin berhevkirin, agahiya payiz û zivistanê dide welatiyan. Bi derketina berhemên payizê re; berhemên havînê yên wekî zebeş, petex, firingî, îsot û bacan jî hêdî hêdî xatir ji esnafan dixwazin.