Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan

  • rojane
  • 15:33 26 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Parlementerê HDP'ê yê Şirnêxê Huseyin Kaçmaz di Nobeta Demokrasiyê de bal kişand ser çalakiya hin malbatên li ber avahiya HDP’ê û got: “Çend roj berê kurê dayikekê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Lê destûr nedan wê dayikê ku şîna xwe deyne. Ev rewş durûtiya AKP'ê dide nîşandan." 

Li Amedê Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 39'emîn de berdewam kir. Girse li Kolana Lîseyê kom bû û nobeta xwe wek her roj bi coş domandin.  Parlementer û rêveberên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê, Partiyên Îtîfaka Kurdistanî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatî beşdar bûn.
 
Dayikên Aşitiyê yên Êlihê bi pankarta "Dest nede vîna min" û bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan" meşiyan cihê çalakiyê û piştevaniyê dan nobetê. Girseyê jî bi dirûşm, tilîlî û çepikan dayikan pêşwazî kir. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî da çapemeniyê.
 
'DEWAMA DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ YE’ 
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen ewilî axivî û bal kişand dadgehkirina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku dê sibê bê dîtin û got biryara girtina her du hevserokên wan ên berê wek berdewama darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ye. Alokmen da zanîn ku dê li dijî biryara ji bo hevserokên wan berê hat dayîn, bersiva wan wê bibe mezinkirina berxwedan û têkoşînê. 
 
‘NE PERGAL WÊ YUKSEKDAG PERGALÊ BIDARIZÎNE’ 
 
Cîgira Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî diyar kir ku di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan û wiha axivî: "Jinên ku li kolanan li ber xwe didin li ser wan êrîşeke berfireh heye. Jinên dixwazin bi rûmet bijîn tên qetilkirin. Ev pergala faşîst ji jinan re derveyî zilmê, xizaniyê, qeyranê tiştekî neaniye.” Taşkiran bal kişand ser doza Yuksekdag û diyar kir ku dê ne pergal Yuksekdag bidarizîne dê berevajiyê vê yekê Yuksekdag vê pergalê bidarizîne. 
 
'AKP DI ŞÎNA CENAZE DE DURÛTIYA XWE DA NÎŞANDAN’ 
 
Parlementerê HDP'ê yê Şirnêxê Huseyin Kaçmaz jî destnîşan kir ku AKP ji bo ku desthilatdariya xwe ser pêya bihêlê êrîşî her kesî dike û wiha axivî: "Piştî tayînkirina qeyûman lîstika ku xistine dewrê bi destên xwe aşkere kirin. Beriya çend rojan Wezîrên AKP'ê bi dayikên ku li derê avahiya me rûniştî re rûniştin.  Serokkomar û wezîrên wan gotin ‘em êşa dayikan parve dikin.’ Lê beriya çend rojan yek ji wan dayikên li ber avahiya me rûniştibû, lawê wê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Destûr nedan wê dayikê ku şîna xwe deyne. Ev rewş durûtiya AKP'ê dide nîşandan." 
 
'DARAZ LI GORÎ SEROKÊ AKP'Ê BIRYARAN DIDE'
 
Kaçmaz da zanîn ku li Tirkiyê û Kurdistanê her roj bê hiqûqîyek diqewime û wiha domand: "Me tu carî serî netewand û em ê netewînin. Desthilatdariya AKP'ê hiqûqê ewqas binpê kiriye ku Serokê Giştî yê AKP'ê derdikeve dibêjê “Em nikarin Demîrtaş berdin.’ Daraz li gorî Serokê AKP'ê biryaran dide. Wê hesabê vê yekê bidin.” 
 
'MEYLA ZALIMAN NEKIN'
 
Li ser navê Partiyên Îttîfaka Kurdistanî Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî axivî û diyar kir ku yên ku dibêjin ez mirov im divê meyla zaliman nekin û wiha got: "Lazim e yên ku dibên ez bi rûmet im divê ji zilmê re nerazîbûna xwe bînin ziman û tevlî çalakiyan bibin."
 
'ÊDÎ BES E EM JI XWÎNÊ TÊR BÛNE '
 
Herî dawî li ser navê Dayikên Aşitiyê yên Êlihê Sûltan Azboy axivî û bang li dayikên leşker, polîs û dayikên li ber avahiya HDP'ê kir û got: “Werin em destê xwe bidin destên hev. Werin em vî şerî biqedînin. Êdî bes e bila kuştin li vî welatî çênebe bila aşitiyek were. Bes e em ji xwînê têr bûn. Li çiya û kolanan ciwan tên kuştin. Em dibên destê xwe bidin hev bila ev xwîn bisekine. Êdî bes e.” 
 
Nobet bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Sernavên din

28/09/2019
09:50 Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e
09:29 Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir
09:26 Hevjîna Muşawirê Çapemeniyê yê Soylû bêyî biçe şaredariyê meaşê xwe digire
09:25 Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan
09:25 AYM ji bo kuştina 13 gundiyan got: Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin
09:24 Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!
09:23 ‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
09:23 Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin
09:22 ‘Tundiya li jinê wekî meseleyek navmalî tê dîtin'
09:21 Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir
09:21 Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
27/09/2019
17:46 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:49 Der barê Yuksekdag de biryara berdewam girtinêdan
16:34 Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e
16:32 ‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’
16:17 62 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin beratkirin
16:13 Antalya piştgirî da Amedê: Em li cem HDP’ê û kurdan e
16:01 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê
15:50 KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn
15:40 TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin
15:10 Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin
14:50 Endamên DAKAP'ê tundiya li dijî jinê şermezar kir
14:45 Li Xîzanê jinek hat qetilkirin
14:43 TTB: Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye
14:25 Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin
14:14 2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn
14:14 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 40 roj li pey xwe hişt
13:55 Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin
13:40 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:29 Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin
13:28 Li Şemzînanê qeza pêk hat: Mirî û birîndar hene
13:16 Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye
12:39 Fîgen Yuksekdag: Ew 22 car jî min bidin girtin qey wê heqîqet biguhere gelo?
12:02 Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin
12:01 Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me
11:56 Li Wanê du konser hatin qedexekirin
11:39 Doza Pirtûkxaneya Umutê hat taloqkirin
11:13 Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn
11:07 Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir
11:04 Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo?
10:37 Gelek girtî hatin sewqkirin
10:20 Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê
09:52 Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin
09:19 Li gorî Walîtiya Amedê çalakiya li ber avahiya AKP'ê sûc e
09:18 Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin
09:17 'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê'
09:16 Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:15 Partiyên kurdan: Bi operasyonan dixwazin li 4 perçeyan serê Kurdan bitewînin
09:15 Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir
09:14 ‘Paşeroja me di bin avê de ma'
09:13 Ne dengbêj derdbêj e
09:12 Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin
09:11 Nebatên ewil ên payizê derketin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
26/09/2019
18:30 Rojên Çand û Hunerê yên Farqînê dest pê dikin
17:09 Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin
16:18 Li Heskîfê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:33 Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan
15:19 Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar
15:15 Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin
15:10 Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e
14:46 'Em ê doza Fîgen bikin qadên tekoşînê'
14:31 Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê
14:15 Li Stenbolê erdhej pêk hat
13:58 Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin
13:46 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir
13:45 Balafirên şer ên TSK'ê gundên Zêwkê û Aliyêreş bombe kir: 2 welatî birîndar bûn
12:54 Şaredariya Êlihê pergala nû ya veguhêziyê da nasîn
12:44 Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin
12:44 Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin
12:16 Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir
11:45 Dadgeha Bilind 475 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedarên Kurd hat birîn erê kir
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:16 Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye
10:56 Wê gund, erazî, mêrg, gor û bîranînên wan winda bibin!
10:52 Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest
10:31 Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket
10:31 KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e
09:53 Bîlgen: Hevserokatî nûnertiya nîvê dinyayê ye
09:45 6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:44 Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye
09:34 Walîtiyê dîmenên ku dozgeriyê piştî mehan xwest neşand
09:19 Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin
09:18 Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir
09:18 NÇM, 28 sal in hildiberîne
09:17 Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin
09:16 Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
25/09/2019
16:56 Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
16:43 DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:42 Li Wanê qedexe 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:42 Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin
15:41 Ûca: Berxwedana we pergala wan perçe kir
15:03 Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin
14:34 Îmîr: We qeyûm tayînî avahiyê kir, lê hûn nikarin tayînî vîna gel bikin
14:14 Jina Ozbekî bi çeka parlamenterê AKP'î întihar kir
14:13 Jinên Rojavayî Yekitiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin
13:48 Olûç: Pakêta darazê dê rolek pozîtîf neleyîze divê guhertinên micid bên kirin
13:47 Dayika Berkîn Elvan: Dê hê çend zarokên me biçin