NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê şevê din gundê Zêwke û Aliyêreş ên Binarê Qendîlê bombe kir. Di bombebaranê de 2 welatiyên mam û pismamên hev birîndar bûn.
Balafirên şer ên TSK'ê, şevê din saet di 21.30'an de gundên Zêwke, Aliyereş û Kunemaryan yên bajarokê Pişder û Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 welatî birîndar bûn. Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Rojnewsê ji ber bombebanê gelek ziyan bi bax û rezên gundiyan ket. Duh êvarî saet 17:00’an de jî balafirên şer ên TSK'ê Geliyê Kanî Mazî ya ser bi bajaroka Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ciwanek temen 20 salî dema ku li ber dikana xwe bû bi giranî birîndar bû. Piştî ciwan rakirin nexweşxaneyê ji ber ku rewşa wî girîn bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.