WAN – Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got: “Hevserokatî ne meseleya dê kî îmze biavêje ye. Rastiya jiyanê ye û kirdeya nûnertiya nîvê dinyayê ye. Veguheztina rastiyek nav siyasetê ye.”
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û “pirsgirêka beka” ji ajansa me re nirxand.
‘GEL DIKARE BIRYARÊ BIDE’
Bîlgen da zanîn ku tu bingehek tayînkirina qeyûman a hiqûqî nîne, nîqaşkirina wê ne wateye û ji niha şûn ve di siyasetê de bersiva wê çiye divê were analîzkirin. Bîlgen got bi taybetî ji tayînkirina qeyûman re dibêjin “pirsgirêka bekayê” û vê yekê bi vî awayî dixwînin û pênase dikin. Bîlgen da zanîn ku heke kesek diziyê dike û mafê gel dixwe bila gel bi xwe derbarê wî kesî ango şaredarî de biryarê bide û di encamê de navnîşana van nîqaşên wiha di demokrasiyan de gel e.
‘WÊ BI SER NEKEVIN’
Bîlgen anî ziman ku di serdemên 12’ê Adarê, 12’ê Îlonê û 28’ê Sibatê de li ser vîna gel bi rêbazên cuda zext hatin kirin û got: “Tevî hemû pêkanînan jî zextên wê demê encam nedan. Ew ceribandin hemû berevajî li wan zivirî. Di esasê xwe de zext, çewisanin, rewşa awartebûnê ya niha tenê zirarê nade muxatabê xwe. Tenê zirarê nade siyaseta kurd, HDP’ê an jî vîna gelek li herêmek dijî, di esasê xwe zirarê dide hemû demokrasiya Tirkiyeyê. Zirarê dide aştiya Rojhilata Navîn û lêgerînên demokrasiyê yên li dinyayê jî. Ez vî wêneyê zirarê hin berfirehtir dixwînim. Rewşa niha pêkanînên taybet in. Bi vê rewşê re hurmetê nîşanî vîna gel nadin. Tune dihesibînin û nas nakin. Dibe ku rêveberiya şaredariyê xeletiyan bike. Lê ya esas ku kirde ye vîna gel e. Niha pêvajoyek veqetînê dest pê kiriye û di esasê xwe vê pêvajoya em dijîn wê vê veqetandinê kûrtir bike.”
'HEVSEROKATÎ TENÊ NE ÎMZEYEK E’
Bîlgen destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê wek hêmanê sûc radigihînin û got: “Ev ne desthilatdariyek îmzeyê ye. Hevserokatî ne meseleya dê kî îmze biavêje ye. Ev ne formalîtiyek e. Rastiya jiyanê ye û kirdeya nûnertiya nîvê dinyayê ye. Veguhezstina rastiyek nav siyasetê ye. Em dixwazin pergalek parvekirinê ya bi gel re bixin meriyetê. Em dixwazin gel tevlî xebatan bikin. Heke em beşdariya gel pêk bînin çare û dermanê rêveberiyê ye. Yanî sibê wê qeyûm tayînî Qersê bikin em nizanin bêguman. Lê heke tayîn bikin jî temînata me ya tekane gel e.”
'POLÎTÎKAYÊN OSMANIYAN PÊK TÎNIN’
Bîlgen da zanîn ku ferasetek her tim hêvî dike heye û yanî her ew ji gel û civakê xwe dûr bikin dê winda bikin Bîlgen diyar kir ku li Tirkiyeyê niha xeletiyên di serdema Osmaniyan de xwe dubare dikin û got: “Polîtîkayên Osmaniyan pêk tînin.”
MA/ Cemîl Ugur