WAN – Li Wanê qedexeya hemû çalakî û şahiyan 30 rojên din hat dirêjkirin. Bi vê biryara qedexeyê re li Wanê qedexekirina çalakî û şahiyan salek li pey xwe hişt.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) li bajarên herêmê qedexekirina herêmên li çolteran, çalakî û şahiyên li nav bajaran dewam dike. Walîtiya Wanê daxuyanî da û ragihand ku bi hinceta OHAL’ê li navenda Wanê hemû çalakî û şahî 30 rojên din jî hatine qedexekirin. Bi vê dirêjkirina qedexeya çalakî û şahiyan re li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan salek li pey xwe hişt.
Li Wanê biryara qedexekirina çalakî û şahiyan cara ewil di 21’ê mijdara 2016’an hatibû ragihandin. Ji wê rojê ve dawiya her mehê li bajar qedexekirin tê dirêjkirin.