WAN - Parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Nûnar Îmir di roja 38'emîn a Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê de diyar kir ku ew ê ji pergala hevserokatiyê ya ku ji bo jinan wekî diyarî ye tawîzê nedin û wiha got: "Em ê hemû kolanan veguherînin dibistanên demokrasiyê."
Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin, di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de 38 rojin didome. Nobeta îro dîsa li pêş avahiya HPD'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê berdewam kir. Di çalakiya îro de parlamenterên HDP'ê , hevşaredar, Dayikên Aştiyê, axtîvîstên TJA'yê û bi sedan şêniyên Wanê cih girtin. Di çalakiya ku pankarta bi dirûşma "Ne rêveberiya qeyûm rêvberiya gel" hat vekirin de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Nûran Îmîr, diyar kir ku Gelê Kurd bi têkoşîna dimeşîne navê xwe li dîrokê dinivîse, Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ku vê têkoşînê dimeşînin bi operasyonên qirkirinê re rûbirû ne. Îmîr, anî ziman ku wateya pergala demokrasiyê li Tirkiyeyê nemaye û çarenûsa 80 milyon kes di nava lêvên kesekî de ye.
'JI BO AZADIYE DIVE MAFÊ PARASTINA DEMOKRATÎK BI DEST BIXE'
Îmîr, da zanîn ku ji bo her gel azad bijî divê mafê xwe yê parstina demokratîk bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Her roj li kolanên Wanê sendoqên hilbijartinê daynin jî, wê gelê Wanê çarenûsa xwe bi xwe binivîse û biryar xwe diyar bike. Hûn nikarin li dijî têkoşîna demokrasiyê bibin asteng. Ne qeyûm ferîştahê wejî bê wê nikaribe vê îradeyê têk bibe û radest bigire. Em we nas nakin ji ber ku hûn talanker in. Îktîdar piştî 7'ê Hezîranê ji destê AKP'ê çû. Ji ber wê ye ku ev îktîdar bi polîtîkayên zilmê û êrîşan dixwaze xwe li ser piyan bigire. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye. Li gel hemû astengiyan em ê li gel îradeya gelê xwe bibin. Em bi xwe bawer in û em ê bi ser kevin."
Îmîr, aşekra kir ku bi darbeya qeyûman re pergala hevserokatiyê ku destkeftiya herî mezin ya jinan e hedef hatiye girtin û got ku ew ê ji pergala hevserokatiyê ya ku diyariyê jinên cîhanê hatiye kirin tawîzê nedin û wiha got: "Em ê li her mal û li her kolanê pergala hevserokatiyê ava bikin û her derê bikin dibistana demokrasiyê. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzmê serî netewînin û gavê paşve navêjin."
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştina çend kêliyan bi dawî bû.