STENBOL - Jina Ozbekî ya 23 salî Nadîra Kadîrova li mala Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Şîrîn Unal, bi çeka parlamenter întîhar kir.
Jina 23 salî ya Ozbekî Nadîra Kadîrova, li mala Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Şîrîn Unal ya Enqereyê bi çeka parlamenter întîhar kir. Nadîra Kadîrova nêzî salekê ye li mala parlamenter Şîrîn Unal dijî. Nadîra Kadîrova duh bi çeka parlamenter dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku ji bo li hevjîna Unal a li malê nexweş e binere 1 sal e xizmeta mala Unal dike.