EDENE - Parlamenterê CHP'ê yê Edeneyê Zulfîkar Înonu Tumer, êrîşa li dijî Gorên Elewiyan ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Welatiyên di 27'ê Mijdarê de gora elewiyan a li taxa Alî Hocali ya Navçeya Yuregîra Edeneyê ziyaret kirin dîtin ku 15 gorên elewiyan hatine şikandin. Nehat zanîn ku gorên elewiyan ji aliyê kê ve hatine şikandin. Têkildarî mijadê Parlamterê CHP'ê yê Edeneyê Zulfikar Înonu Tumer, bi armanca Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Tumer, anî ziman ku li Goristana Alî Hocali bêtir gorên aydî elewiyên ereb hatine şikandin û bertekên xwe anîn ziman.
Tumer, destnîşan kir ku piştî bûyera li Meletiyê bûyera li Edeneyê jî provokasyon e fikarên xwe anî ziman. Tumer, di pirsnameyê de ev pirs pirsîn: "Der barê bûyeran de polîsan lêpirsîn daye destpêkirin ya na? Tu têkiliya bûyera li Meletiyê û şikandina kevirên gorên li Edeneyê bi hev heye ya na? Dibe ku ev provokasyon berdewama hev bin? Di 15 salên dawî de bêtir li kijan bajaran bûyerê bi vî rengî pêk tê. Heta niha çend çaran li bûyerên wisa provokatif pêk hatine. Têkildarî vê mijarê kesênk hatin girtin hene ya na? Çend kes hatine girtin?
Ger ku hatibin girtin hatine ceza kirin ya na. Ger ku hatibin cezakirin rastî kijan cezayan hatine. Li dijî v ê yekê tedbîrên we çine?"