WAN - Parêzerê Rojnameger Ziya Ataman ê rastî 14 sal û 3 meh ceza hat, Bariş Oflas biryara dadgehê nirxand û got: “Der barê muwekilê me de tu delîlên şênber di dosyayê de tune bûn. Li gel delîl tune bûn di asta jor de ceza lê birîn. Ceza li hemberî delîlên dosayê bê wate ye."
Di 24'ê îlonê de 12’emîn danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye û 10 jê girtî 21 kesan li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Ataman birî. Parêzerê Rojnameger Ziya Ataman ê rastî 14 sal û 3 meh ceza hat, Bariş Oflas biryara dadgehê nirxand û got: “Der barê muwekilê me de tu delîlên şênber di dosyayê de tune bûn. Li gel delîl tune bûn di asta jor de ceza lê birîn. Ceza li hemberî delîlên dosayê bê wate ye. Di dosyayên Rojnameger Nedîm Turfent û Îdrîs Sayilgan de jî me dît ku tehamula li hemberî çapemeniya Kurd tune ye. Li wan jî di asta jor de ceza birî. Em hevî dikin ku ev cezayê zêde yê li Ziya birîne li dadgeha Îstinaftê bê xerakirin. Me berê jî serî li DMME'ê daye. Em ê dozê bişopînin."
Parêzera Ataman û endama Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA) Zelal Pelin Dogan, jî anî ziman ku Ataman di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hedef hatiye nîşandan û wiha got: "Demek dirêj e wekî MLSA em mudafiya Ziya Ataman dikin. Ziya Ataman, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê gelek caran rastî gefan hat. Rastî êrişan hat. Ligel van gefan dîsa xebatên xwe yên çapeleniyê şopand. Emê îtîraza xwe li dadgeha îstinafê bikin."
MA / Mujdat Can