NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di hevpeyvînekê geşedanên dawî li herêmê, gefên hikûmeta Tirkiyeyê yên piştî pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor û destûra bingehîn a Sûriyê nirxand. Xelîl, anî ziman ku destûra tevahiya pêkhateyên Sûriyê negire nav xwe nûnertiya gelê Sûriyê neke.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di hevpeyvîna bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de geşedanên dawî li herêmê, gefên hikûmeta Tirkiyeyê nirxand. Xelîl, anî ziman ku her kes dizane ku armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirin e û wiha got: "Tirkiyê li gorî mîsaka Millî li herêmê tevdigere ku herêmên ji gundewarê Helebê, bakurê Sûriyê heta Mûsil a Iraqê girêdayî komara Tirkiyê ne. Sedema ku nehişt Tirkiyê armancên xwe yên veşartî di dagirkirina herêmê li gorî mîsaka Millî de bide xuyakirin, peymana lozanê ye ya ku di 1923`yan de hate mohrkirin. Ji ber ku li gorî peymana Lozanê nabe Tirkiyê sînorên xwe yên heyî derbas bike. Niha jî bi nêzîkbûna bidawînbûna dema peymana Lozanê re Erdogan hewl dide planên xwe pêk bîne. Ji aliyekî din ve divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyê di sala 1998‘an bi rejîma Sûriyê re (Lihevkirina Edanayê) îmze kir, li gorî vê lihevkirinê mûdaxleya xwe ya di Sûriyê re rewa dike. Dagirkirina Efrînê jî encamên lihevkirineke di navbera Rûsya, Tirkiyê û Rejîma Sûriyê de bû, navarokê vê lihevkirinê ew bû têkiliyên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de vegerin mîna berê û Tirkiyê li gorî lihevkirina Edanayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigire."
'ERDOGAN JI BER DU SEDEMAN DUALÎ DILÎZE'
Xelîl, bal kişand ser sekna Erdogan a dualî û wiha got: "Erdogan ji ber du sedeman li ser du têlan dilîze, yekem: Armancên xwe yên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, duyemîn: Kirîza xwe ya navxweyî derxîne, ji ber ku Erdodan di krîzeke mezin de ye, aboriya Tirkiyê têk çûye, têkiliyên wê yên bi Yekitiya Ewropayê re hema bêje têk çûye, hemû opozisyona hundirîn a Tirkiyê li dijî Erdogan bûne yek, parçebûn di nava partiya wî de çêbûye, damezrînerên AKP‘ê ji ber siyasetên Erdogan dest ji partiyê berdan. Erdogan ji bo ku van tiştên veşêre hewl dide êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî hemû hewldanên ku Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Amerîkayê. Lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê hemû planên Erdogan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng kirin, daxuyaniyên dawî delîlê vê yekê ye ku tê got, ev lihevkirin ji bo wî mîna xefkekê ye, lihevkirina çêbûyî nayê wateya ku xeter li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûye.
'DI 16'Ê ÎLONÊ DE LI ENQERE XWESTIN LI SER KURDAN LI HEV BIKIN'
Xelîl, armanca civîna 16'ê ÎLonê ya li Enqereyê pêk hat jî bibîr xist û wiha lê zêde kir: "Civîna ku li Enqere di 16‘ê Îlonê de di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de pêk hatibû cewherê wê ew bû ku der bare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kurdan de lihevkirinekê çêbikin, her wiha navaroka wê ku Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bêyî ku Îran û Rûsya dengê xwe derxînin. Di heman demê de rejîma Sûriyê û Ruhanî daxuyanî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxistin û ew bi terorê sûcdar kirin. Armanca Erdogan ji van hemûyan ew e ku di dema bi Trump re fişarê li Amerîkayê bike da ku bihêle ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî ku Erdogan dizane ku wesyeta Îran û Rûsya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine ne. Xeteriya êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyî hîna heye, divê em xwe nexapînin ku bi dawî bûye."
'ARTÊŞA TIRK HÊZA XWE YA LI SER SÎNOR ZÊDE DIKE'
Xelîl, sewqîyata artêşa tirk a li ser sînor jî rexne kir û wiha pêde çû: "Ev mijar pir hesas e, artêşa Tirk hîna li ser sînor heye û hêza xwe zêdetir dike, Erdogan hîna ji gefan dixwe, balafirên Tirkiyê li ser asmanê herêmê digerin, divê em ji bîr nekin ku daxuyaniyên dawî yên Tirkiyê û Amerîka yên piştî ragihandina lihevkirina li navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, dibe ku Tirkiyê di kijan kêliyê de be daxuyanî bide û bêje ev lihevkirin bê encam e û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Gava ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk pê rabû ya vekişandinê û rûxandina baregehên li ser sînor ji tevahî cîhanê re eşkere dibe ku xeteriya wê li ser Tirkiyê tine ye. Belê hin baregeh rûxandin, lê nayê wê wateyê ku em dest ji pergala xwe ya parastinê berdaye, divê cîhan nas bike ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vê warî de gavên cidî avêtin û hemû bendên jê dihatin xwestin pêk anîn. Divê raya giştî ya cîhanê û Neteweyên Yekbûyî, di serî de Amerîkayê erka xwe bi cih bînin, ji ber me şerê DAIŞ‘ê kir û divê destûr nedin ku Tirkiyê êrîşî herêmê bike."
'HER ÊRÎŞA LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE BINPÊKIRINA QANÛNÊN NY'Ê YE'
Aldar Xelîl, gefên Tirkiye yê li dijî herêmê jî nixxand û wiha berdewam kir: "Destpêkê her êrîşek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke ji mafê mirovan û qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye, armanc jê dagirkirina herêmê ye, ev li gorî qanûn û pîvanên navdewletî nayê pejirandin, di heman demê de parçekirineke xaka Sûriyê ye û tevlêkirina li dewleteke din e. Dîsa jî dê jiyana civakî li herêma herî bi ewle li Sûriyê hilweşîne û ewlehî û aramiya di navbera hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de bixe metirsiyê. Wekî we bi bîr xist hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ û malbatên wan li cem rêveberiyê ne. Her êrîşek li ser herêmê hemû îhtîmalan li pêşiya xwe vedike, heger çete birevin dê xeteriyek mezin li ser cîhanê çêbibe."
'NIHA CINAV MIRIRIYE'
Xelîl, aloziya li herêmê didome jî şirove kir û wiha pêde çû: "Du sedem hene, ya yekemîn heta niha biryara çareserkirina aloziyê nehatiye girtin, heta niha hêzên mezin ên têkildarî aloziyê yên ku berjewendiyên xwe di herêmê de dibînin biryara çareserkirinê nedane, ji ber ku di kûrkirina aloziyê de berjewendiyên xwe pêk tînin. Niha Cinêv mirî ye, dibêjin ku komîteya destûra Sûriyê hatiye avakirin û endamên komîteyê qanûn danîne, lê pêkanîna wê salên dirêj dixwaze. Sedema duyemîn û ya sereke ew e hêzên têkidarî çareserkirina aloziyê Sûriyê naxwazin xwediyên projeyên demokratîk tev li civînên çareserkirina aloziyê bikin, ji ber beşdarbûna hêzên demokratîk yên nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin dê çareseriyê peyda bikin û çareserkirina aloziyê di vî wextî de nakeve xizmeta berjewendiyên wan hêzan. Tirkiyê qet ne razî ye ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurd beşdarî prosesa destûrê bibin. Têkildarî komîteya destûrî, her destûra ku hemû pêkhateyan negire nav xwe, nûnertiya gelê Sûriyê nake."
'DIVÊ PÊKHATEYÊN EREB, KURD, SURYAN Û KILDAN REFÊ XWE XURT BIKIN'
Aldar Xelîl, li ser yekîtiya gelan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Divê hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Kildan refa xwe xurt bikin, li derdora Rêveberiya Xweser û pergala leşkerî kom bibin da ku sîstema xwe ya demokratîk û xwîna ku ji bo wê hetiya danîn biparêzin, her wiha di hemû waran de civakî, leşkerî û xizmetguzarî amade bin, li dijî her êrîşekê wekî şaneyeke bixebitin, xwe nespêrin hêzên derve, lê belê pişta xwe bidin pergala xwe ya parastinê û hêzên xweparastinê."