DERSIM – Bavê Oktay Er ê di maşîneya zirxî ya eskeran lê qelibî û jiyana xwe ji dest da Cebraîl Er diyar kir ku ji ber wesayît lez çûye li kurê wî qelibiye, 28 metre bi erdê re kaş kiriye û xwest berpirsiyar werin cezakirin.
Li gundê Goktepe ya girêdayî navçeya Mazgêrdê ya Dersimê di 22’ê îlonê de wesayîta zirxî ye eskeriyê li Oktay Er ê 22 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Er piştî otopsiye li gundê Çîmenlî hat veşartin.
‘AMBULANS NEDAN ME’
Bavê Er, Cebraîl Er ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Cebraîl Er da zanîn ku êvara 22’ê îlonê saet li derdora 20.00’an agahî jê re hatiye ku kurê wî qezaya trafîkê derbas kiriye û pişt re ew çûye cihê bûyerê û ew bi cenazeyê kurê xwe re hevrû maye. Er anî ziman ku cenazeyê kurê wî nêzî 2 saetan li benda hatina dozger sekinandin û got: “Dozger lêkolînê pêk anî. Pişt re cenaze şand Mazgêrdê. Li wir ji me re gotin wesayîta cenaze ‘nîne’ û wesayît nedan me. Pişt re rayedar ketin dewrê û ambulans dan me. Pişt re me cenaze ji bo otopsiyê rakir Meletiyê. Li vî bajarê ewqas qerase li Meletiyê heta serê sibê em li benda ambulansê sekinîn.”
‘CIHÊ QEZAYÊ FIREH E’
Er destnîşan kir ku kurê wî wê rojê çûbû alîkariya karê hevalên xwe û wih dewam kir: “Pişt re jî ew hevalê we diin xwarinê. Piştî kurê derdikeve dixwaze biçe hevalek xwe bibîne. Ji hevalê li gel xwe re dibêje ‘tu bisekine, lokonta li hembere ez ê biçim hevalê xwe bibînim û werim.’ Dema dixwaze derbasî hember bibe wesayîta eskerî lê diqelibe. Rê fireh e 4 şerîd in. Çawa kurê min ferq nekirin. Wesayîta lê qelibiye bi teknolojiya dawî hatiye çêkirin, di hundirê wê de kamera heye, lembeyê wê ronî ne û mesafeya pêşiya xwe dibîne. Li gel wisa ye jî lê qelibiye.”
‘EW NIKARIN MIN BIXAPÎNIN’
Er da zanîn ku ew bixwe jî ajokarê TIR’ê ye û wiha got: “Dema ez bixwazim ez dikarim wê wesayîtê li her deverî bidim sekinandin. Nesekinandina wesayîtê pirr ecêb e. Çawa li ser rêya 4 şerîdî diçe li kurik dixe. Min bi qasî temenê wan ajokarî kiriye. Ew min dixapînin? Bila niha li Dersimê wesayîtên zirxî kontrol bikin. Xiza nav bajêr 30 ye û xiza li ser rêyên wek otobanê jî herî zêde 60 e.”
‘28 METRE HATIYE KAŞKIRIN’
Er diyar kir ku li navenda Dersimê wesayîtên zirxî bi xiza herî zêde tên ajotin û wiha got: “Bi xiza 80-90 kîlometre li kurê min dan û kuştin. Xişîman anîne û kirine ajokar. Li van deran canên zarokên me distînin. Hemû laşên kurê min şikestibûn. Tenê bi lêdanê re sînor nameye. Nêzî 28 metreyan jî di bin wesayîtê de hatiye kaşkirin. Yanî divê wesayîtek wisa demildest were sekinandin. Wê di rapora otopsiyê de her tişt derkeve holê. Ez dixwazim kujerên kurê min werin cezakirin. Ez dibêjim sedemê kuştina lawê min dewlet e. Ez ê pêşiya vê bûyerê bernedim.”
‘MIN GILÎ KIR’
Er diyar kir ku ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin lê derbarê wî de agahiyên wan zelal nîn in û got: “Îfadeyên hevalê kurê min ê li gel wî jî hatin girtin. Min giliyê bûyerê kir. Ez ê di rojên pêş de parêzer bigirim û ez ê bi vê dozê re bi taybet eleqedar bibim.”
MA / Semra Turan