ENQERE - Piştî rojnameya Akît Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, dozger der borê Kirkaya de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê Rojnameger Kenan Kirkaya de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye", li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doz vekir. Danişîna doza Rojnameger Kirkaya wê di 5'ê kanûna 2019'an de bê dîtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê di 31'ê Tîrmehê de der barê Rojnameger Kirkaya de bi hinceta li ser medya civakî nûçe parve kirine di navbera salên 2014-2015'an de agahî parve kirine doz vekir. Dozger nûçeyên bi sernavê “YPG: Em ê Cereblusuê Azad bikin", “Ji KCK’ê ji rêvberiyên xwe yên herêmî û dewletê rexne" û “Fermadarê PKK'ê şerê li dijî DAIŞ'ê vegot" di îdîanameyê de wekî delîl nîşan dan û bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Dozger li aliyekî qebûl kir ku ev sernav nûçe ne û li aliyê din îdîa kir ku YPG’ê axa Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye û wekî propaganda pênase kir.
Rojnameya Yenî Akîtê piştî Rojnameger Kenan Kirkaya hedef nîşan da, dozger doz vekir. Der barê Kenan Kirkaya de di 10'ê Kanûna 2018'an de biryara binçakirinê hatibû girtin. Lê wê demê Kirkaya ne li mal bû. Piştî salek şûnde Rojnameya Yeni Akit Kirkaya hedef nîşan da û dozger doz vekir.
MA / Berivan Altan