WAN - Daxwaza temaşekirinê ya tevlevîzyonên bi navê Hêvi, Yaşam, Yol, Cem, Halk, Damla, TELE-1 û K-24'ê ya girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê hat redkirin. Dadgeriya Înfazê weke hincet jî angaşta ku "Her 8 qenal jî ji bo rêxistinê weşan dikin" nîşan da.
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê, di 1'ê Tebaxê de serî li Dadgeriya Înfazê dan û jê daxwaz kirin ku tevlevîzyonên bi navê Hêvi, Yaşam, Yol, Cem, Halk, Damla, TELE-1 û K-24'ê li ser pergala navendî dest bi weşanê bikin. Dadgeriya Înfazê daxwaza girtiyan bi hinceta ku televîzyonên navberî "Binnivîsan ji hev agahî digirin û ji bo rêxistinan weşanê dike" red kir.