ADANA – Li Edeneyê, bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" 2 sal û 6 meh ceza li kesê derûniya wî nebaş M.O. hat birîn. Parêzer Ozgur Yakût, diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got, ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Edeneyê bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" 2 sal û 6 meh ceza li M.O. yê derûniya wî nebaş birî. Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê jî cezayê hat birîn pesend kir. Parêzer Ozgur Yakût, diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got, ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Dadgeha cezayê giran, di danişîna biryargirtinê ya 11'ê Adara 2019'an de diyar kir ku M.O. "heqaret li serokomar kiriye". M.O., jî di parêziya xwe de bilêv kir ku wî peyam ji CÎMER'ê re şandiyê, lê belê poşman e û got: "Wê çaxê derûniya min xirab bû. Min ê ji kesekî din re bişanda, lê min çûye ji CÎMER'ê re şandiye. Di warê mêjî de nerihet im. Doza beraatê dikim." Lê belê dadgehê bi heman tawanbariyê 2 sal û 6 meh ceza li M.O. birî û Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê jî ceza pesend kir.
Parêzerê M.O. Ozgur Yakût, diyar kir ku divê tawanbarkirina "heqaretê" di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bê nirxandin û got, bi hezaran kes bi îdiaya "heqaret li serokomar" kirine hatine cezakirin. Yakût, bilêv kir ku antîpîk psîkoz, şîzofrenî hwd. nerihetiyên derûnî yên muwekîlê wî hene, lê belê dadgehê dîsa jî ecza lê biriye. Yakût, diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got, ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin û got: "Tu eleqeya van biryaran bi hiqûqê re tune ye. Eger ji Dadgeha Qanûna Bingehîn tiştek derneyê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."
MA / Hamdullah Kesen