* Stenboliyan, destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên "ewlehîparêz" ên hikûmetê ne. Welatiyan diyar kir ku sedema gelek pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û gotin: "Tenê ne kurd, divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere."
* Cotkarên Deşta Pirsûsê, îsal di pembo de xisirîn. Cotkaran, diyar kir ku TEDAŞ û DSÎ'yê dest daniye ser tahsisata destekê ya çandniyê. Cotkaran, got sala bê ew ê pembo neçînin.
* Fadîme Aslan, bi mendelînan gelek tiştên biçêj çê dike. Yek ji van xwarinan jî dolmeyên mendalîna ne.
* Aborîzan Ozgur Muftuoglû, bilêv kir ku hevdîtina rayedarên CHP û Partiya ÎYÎ'yê ya bi IMF'ê re, sirf ji bo rojev biguhere hatiye tê nîqaşkirinû got, AKP jî berî bibe îktîdar çend caran hevdîtin bi IMF'ê re çê kiribûn.
* Li Edeneyê, bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" 2 sal û 6 meh ceza li kesê derûniya wî nebaş M.O. hat birîn. Parêzer Ozgur Yakût, diyar kir ku ehliyeta cezaî ya muwekîlê wî tune ye û got, ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
* Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can ku beşdarî Nobeta Demokrasiyê bû, diyar kir ku ji Tirkiyeyê ber bi herêmê ve piştevanî diherike û her diçe xurtir dibe û got: "Civak, guherî. Wê Tirkiye ji vê desthilatdariyê xelas bibe."
* Li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî feqîrtir Sêrt e. Esnafên Sêrtê diyar kirin ku ew hatine ber asta derabe girtinê û top biavêjin û gotin: “Heta ku em dikaribin em ê bibin. Li cihê em nikaribin bibin, emê dikanên xwe bigirin.”
* Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê wê têkildarî kuştina akademisyen Ceren Damar Şener a di 27'ê îlonê de bê dîtin bi navê "Tundiya ku Jinên Akademîsyen dijîn" daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê wê di roja 38'an de berdewam bike. (11.00-13.30)
* Hevşaredara Erdîşê ya hat berdan Diba Keskin wê li Balafirgeha Ferit Melen a Wanê bi girseyî bê pêşwazîkirin. (12.30)
* Komeleya Lekolîna Ziman, Çand û Hunerê (DİSA-DER) ya Wanê wê 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Wanê pêk bînin. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê wê li salona konferansê ya partiyê panela bi navê "Di mijara Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" li dar bixin. (13.00)
* Dayikên Harbiyeyî yên zarokên wan rastî cezayê muebetê hatin wê li Qada Sakarya ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (13.00)
* Danişîna doza Rojnaemger Musa Anter û JÎTEM'a Sereke wê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (14.00)
* Li Qada Bajar a Cumhuriyetê ya Navçeya Esenyurt a Stenbolê wê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya rûniştinê li dar bixin. (17.00)