AMED - Cenazeyê endamê HPG'ê Muhammet Tara (Avareş Amed) ku di 18'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 37 rojan radestî malbata wî hat kirin.
Endamê HPG'ê Muhammet Tara (Avareş Amed) ku ji Gundê Hewrê yê navçeya Karaz a Amedê ye û di 2014’an de tevli nav refên PKK'ê bûbû, di 18’ê Tîrmeha 2019'an de li Gundê Şakak ê Dêrsimê, bi balafirên şerî hatibû kuştin. Piştî malbat di 17'ê Tebaxê de pê hesiya ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo cenazeyê wî wergirin çûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî gelek hewldanan malbatê cenaze wergirt û li Goristana Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê veşart.
Di dema veşartina cenae de polîsan goristan dorpêç kir û tenê hiştin ferdên malbatê cenaze veşêrin.