WAN – Alîkarê Hevserokên Gîştî yên DBP’ê Beraat Bîrtek li Wanê di civîna rêveberiyên herêmî de axivî û got: “Pêvajoya pêşiya me divê em gilî û gazinan nekin û divê em bikin pêvajoya rabûna ser piyan.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê civîna rêveberiyên herêmî li dar xist. Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP’ê ku ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e Beraat Bîrtek, Endamên Meclîsa Partiyê yên DBP’ê Şehzade Kurt û Eşref Mametoglu, rêveberên DBP’ê yên Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn.
‘EM Ê SIBEROJÊ LI SER PIYA BIN’
Di civînê de Bîrtek axivî û destnîşan kir ku pêvajoya di 2 salên dawî de diqewime dê arasteya pêvajoya siberojê bide nîşandan û got: “Di vê serdemê de li dijî gel êrîşên gelek mezin pêk hatin. Gelek mexduriyetên mezin derketin holê. Ev serdemek wiha ye. Divê em jî li hember vê pêvajoya zimanê gazin û gilîkirinê bikar neynin. Di pêvajoya siberojê de dê gelek tiştên girîng biqewimin.”
Bîrtek bal kişand ser pêkanînên qeyûman û wiha dewam kir: “Êrîş ji ku ve bên em ê li wir li ber xwe bidin. Pêvajoya pêşiya me pêvajoya rabûna ser piya ye. Li gel hemû zext û zordariyê em zîndewarî li ber xwe bidin û li ser piya bin.”
Piştî axaftina vekirinê ya Bîrtek civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.