DERSIM - Cenazeyê ciwanê 22 salî Oktay Er ê li navçeya Mêzgirê wesayîta eskerî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, bizêmaran defin kirin.
Cenazeyê ciwanê 22 salî Oktay Er ê li gundê Goktepe yê navçeya Mêzgir a Dersimê, wesayîta leşkerî lê qelibî û jiyan xwe ji dest da, hat definkirin. Ji bo cenazeyê Er ê li Meletiyê otopsiya wî hat kirin û dûre anîn Dersimê merasîm hat lidarxistin. Merasîm li mala cemê ya li navenda Dersimê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Er pişt re li goristana gundê Çîmenlî, li ber zêmaran hat definkirin.