RIHA - Jinên Rihayî ji bo Belkis Varlik a 20 salî ku di 25’ê Mijdarê de ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin, daxuyanî dan. Jinan, diyar kirin ku ew ê li dijî kuştinên jinan bêdeng nemin in.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, ji bo Belkis Varlik a 20 salî ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Nevneteweyî de, ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin daxuyanî da çapemeniyê. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’a Rihayê hat lidarxistin û gelek jin beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Rihayê Ayşe Surucu di civînê de axivî û wiha got: “Her rojên derbas dibin, bi hincetên cûda jin tên qetilkirin. Em ê li dijî qetilkirinên jinan bêdeng nemîn in.”
Piştî Surucu, Hevserokê HDP’a navçeya Eyyubiyê Omer Bozdal jî axivî û ev tişt gotin: “Zilam jinan qetil dikin. Berpirsiyartiya van kumkujiyan zilaman. Divê ji van cînayetan re em bêjin êdî bese. Balkis Varlik a 20 salî ji aliye bavê wê Hakki Varlik ve hat kuştin. Divê em li dijî tacîz, tecawîz, îstîsmara zarokan û qetilkirinên jinan bêdeng nemînin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.