MÊRDÎN – Parlamenter Murat Çepnî di Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê axivî û got: “Roj roja em li derdora HDP’ê bibin xelek. Em vê yekê bikin ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bibe.”
Li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûm Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 37’emîn berdewam kir. Çalakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê pêk hat. Rêveberên Komeleya 78’an ên Mêrdîn, Amed, Dîlok û Êlihê, wekîl û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn. Pankarta “Nikarin vîna gel desteser bikin” hat vekirin û çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
‘EZ WEK WELATIYA TIRKIYEYÊ ŞERM DIKIM’
Ji Komeleya 78’an a Dîlokê Atiye Okay got: “Vîna gel desteser kirin û li ser qoltixa rûdinên. Bi zîhniyeta îttîhat û terakiyê tu welat û siyaset nayê birêvebirin. Me di serdema Osmaniyan de vê yekê dît. Ji bo welat neyê vê rewşê em têdikoşin. Armanca wan ne demokrasiye armanca wan ew e ku serdema lale berdeam bikin. Me li her deverê dît ku qeyûman çawa diziyê kirin. Ez wek welatiyek Tirkiyeyê şerm dikim. Wa dawiya wan tê. AKP li ber têkçûyînê ye. Bi nasname, rûmet, deng û zîhniyeta vî gelî neleyîzin. Em dixwazin bi biratî û wekhevî bijîn, ji vê xwezayîttir çi heye gelo?”
‘PÊDIVIYA HERKESÎ BI DEMOKRASIYÊ HEYE’
Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan jî destnîşan kir ku heke qeyûman tayîn dikin bila hilbijartin jî pêk neyê û got: “Hemin hûn qeyûman tayîn dikin lê wê demê çima hûn hilbijartinê dikin. Pêdiviya herî kesî bi demokrasiyê heye. Em bang li her kesî dikin; em li dijî van bêdeng bimînin wê siberojê hin bêtir pêdiviya me bi edalet û demokrasiyê çê bibe. Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”
‘QEYÛM ZORDESTIYA LI DIJÎ VÎNA KURDAN E’
Cîgirê Hevserokên HDP’ê Murat Çepnî ê Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî wiha got: “Di serî de qeyûm li dijî vîna gelê kurd zordestiyek faşîst e. Qeyûm bertîlxwarin û dizî ye. Ji xelkê didizin û li dostik û komikên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê em ê her bêjin dizî ye. Heta em dawîl i neheqî û diziyan û bertîlxarinê bînin wê têkoşîna me dewam bike.”
‘CEZA LI CIWANAN BIRÎN’
Çepnî bal kişand ser cezakirinê kesên ji Doza Nisêbînê dihatin darizandin û got: “Duh cezayê muebetê li ciwanên ji doza Nisêbînê tên darizandin hat birîn. Partiya me jî û gelê me jî wê li dijî van têkoşîna xwe dewam bike. Roj roja xwedî derketin û xelekbûna derdora HDP’ê ye. Ev yekê bikin kul i dijî faşîzmê têkoşîna me mezin bibe. Em vê bikin ku siberoja me azad û rizgar bibe. Ev erdnîgarî erdnîgariya bindestan e. Em ê her biaxivin. Hûn dibînin li gel hemû zext û zilmê jî HDP li ser pêya ye.”
Nobet bi lêdana çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.