NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên DYA û Tirkiyeyê, di çarçoveya “Herêma ewlehiyê” de, li ser sînorê Girê Spî duyemîn dewriyeya hevbeş avêtin.
Ji bo pêkanîna pêvajoyên peymana têkildarî "Herêma ewlehiyê" ya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi Tirkiyê re bike, hêzên leşkerî yên DYA û Tirkiyeyê, li ser sînor û bajarê Girê Spî duyemîn dewriyeya hevbeş avêtin. î
Dewriyeya hevbeş 5 kîlometre li rojhilatê bajarê Girê Spî ya hundirê xaka Sûriyeyê geriya ku ji gundê Mişrifê El-Ezo yê 15 km li rojhilatê Girê Spî ye. Dewriye ji 3 erebeyên hêzên DYA’yê û 4 erebeyên artêşa Tirk pêk hat, derbasî xaka Sûriyê bûn û 2 seatan man, paşê vegeriyan xaka Tirkiyeyê. Derketina dewriyeyan, ji bo pêkanîna pêvajoyên peymana herêma ewlehiyê ya di navbera QSD û Tirkiyê de bi navbeynkariya DYA’yê pêk hat.
Li gorî peymanê, QSD tevî çekên xwe bi firehiya 5 heta 14 km ji nuqteyên xwe yên sînor ên di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de vekişand û hemû kozikên leşkerî hilweşandin û cihên leşkerî radestî meclisên leşkerî yên Girê Spî û Serêkaniyê kirin.
Dewriyeyên hevbeş li wan nuqteyên ku QSD jê vekişiya ne û radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kirin, geriyan.