WAN – Hevşaredarê berê yê Wanê Bekîr Kaya yê girtî û 10 xebatkarên şaredariyê ku bi sûcdariya destûr nedane komên agirkujiyê mudaxeleyî şewata di serdema çalakiyên Kobanê de derketiye bikin dihatin darizandin berat bûn.
Li Wanê bi hênceta di çalakiyên Kobanê yên 2014’an de Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya yê û 10 xebatkarên şaredariyê destûr nedane komên agirkujiyê mudaxeleyî şewata derketiye bikin doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê ya Kaya û 10 xebatkaran li Dadgeha Wanê hat dîtin. Kaya ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Parêzer jî li salona danişînê amade bûn.
Kaya parastina xwe kir û got ew sûcê li ser xwe qebûl nake û di şûna wan de divê walî û midurê emniyetê bihatana darizandin. Kaya got tişta li wan hatiye kirin hûnandinek ecemî bûye.
Parêzeran parastin kir û xwestin miwekîlên wan bên beratkirin. Piştî navberê dadgehê biryara beratkirina Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê da.